'Piştî komkujiya 107 salan Yekîtiya Jinên Ermen hat avakirin'

  • 09:01 9 Îlon 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
HESEKÊ - Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen, Enahît Qasap kongreya Yekîtiya Jinên Ermen û rêxistinbûna wan wiha nirxand: "Piştî komkujiya 107 salan yekem car e ku Yekîtiya Jinên Ermen tê avakirin û ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye."
 
Bi dirûşma "Jinên Ermenî li dijî tundî û neheqiyê ye" Yekîtiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirin û kongreya xwe ya yekemîn di 30'yê Tebaxê de li bajarê Hesekê li dar xistin. 150 delege beşdarî Kongreya Jinên Ermen bûn. Her wiha gelek sazî û rêxistinên mîna Rêxistina Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Suryan, Tabûra Şehîd Nûbar a leşkerî, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Endam û Rêveberiyên saziyên civakî beşdar bûn. Di kongreyê de gelek xalên girîng û rêxistinbûna jinên ermen hate niqaşkirin. Her wiha da ku bikaribin rastiya komkujiya ermenan derxînin li ser maseyê niqaşên dewlemend hatin kirin. Têkildarî Kongre û rêxistinbûna jinên Ermen Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen, Enahît Qasap nêrîna xwe parve kir.
 
'Da ku jinên ermen heqîqeta xwe binasin me kongre li dar xist'
 
Enahît, wiha bal kişand ser Kongreya Jinên Ermen: "Yekîtiya Jinên Ermen di 30’yê Tebaxê de Kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist. Beriya ku em kongreya xwe li dar bixînin, gelek amadekarî hatin kirin. Li ser Kongreyê me nêzî 80 civîn li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist û di van civînan de hemû jinên ermen hazir bûn. Me di van civînan de qala nasnameya jinan û çawa xwedî lê derkevin û çawa xwedî li heqîqeta xwe derkevin şîrove kir. Ermen jî ji qirkirinê re derbas bûne û ziman, çand û dîroka wan hatibû guhertin. Da ku jin heqîqeta xwe nas bikin me ev kongreyê li dar xist. Amadekariya vê kongreyê 3 mehan ajot. Di kongreyê de 150 jin amade bûn ku hemû sazî û dezgehên jinan beşdar bûbûn. Di heman demê de jinên siyasetmedar jî beşdarî kongreyê bûn. Malbatên ermen jî amade bûn.”
 
'Piştî komkujiya 107 salan yekîtî hat avakirin'
 
Enahît, rêveçûyina kongreyê wiha şîrove kir: "Kongreya me bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftina vekirinê hat kirin û piştre pergala hundirîn a rêxistinbûna jinên Ermen hate nîqaşkirin. Tiştê herî girîng û sereke li gel me komkujiya ku li ser me pêk hatiye. Piştî komkujiya 107 salan ev yekîtî hate avakirin ku yekem care Yekîtiya Jinên Ermen hate avakirin. Çawa ku hemû pêkhateyên jin di pergala Rêveberiya Xweser de kar û xebatên xwe dimeşîne, dê di Yekîtiya Jinên Ermen de jî karê xwe bi rê ve bibe."
 
'Di komkujiya ermenan de milyonek ermen hatin qetilkirin'
 
Enahît, bal kişand ser komkujiya ermenan û çawa hesabê vê yekê bipirsin û wiha pê de çû:"Her wiha ji bo ku em komkujiya ermenan û têkiliya kîjan dewletan di vê komkujiyê de heye bînin ser maseyê, em ê eleqeyan bi dewletan re jî çêbikin. Di komkujiya sala 1915’an de milyonek ermen hatin qetilkirin. Piraniya wan ermeniyan jî jin bûn. Me dîplomasiya xwe xurt kiriye da ku em dijminê ku ermen qetil kirine hesap ji wan bipirsin."
 
'Perwerdeya ermanan dê derbasî dibistanan bibe'
 
Enahît, da zanîn ku ew ê zimanê xwe hîn bibin dê perwerde bên dayîn û wiha domand: "Di kongreyê de mijara ziman jî hate nîqaşkirin ku em perwerdeya ziman jî dest pê bikin. Perwerdeyên ku bên dayîn wê hem ji bo ermenên temenmezin, hem jî dê ji bo biçûkan bên dayîn. Em ê perwerdeyên xwe derbasî dibistanan bikin. Ermenan zimanê xwe yê dayikê winda kiriye û piştî komkujiyê zimanê ku diaxive ne zimanê wê ya dayikê ye. Her wiha orf, adet û çand ne aîdê jinên ermen e. Em ê jinan di aliyê ziman û fikrî de perwerde bikin. Em dixwazin jin dîroka xwe ya komkujiyê binase. Her wiha ne tenê komkujiya ermenan bila hemû komkujiyên cîhanê nas bikin. Em dixwazin jin mafê xwe nas bike û li dîroka xwe vegere. Dijmin qet nikare îradeya wê jina rêxistinkirî bişkîne. Kar û xebatên ku di kongreyê de hate nîqaşkirin yek jî ew bû ku jinên ermen di nava civakê de çawa maf û parastina xwe bike. Di heman demê de di kongreyê de em çawa parastina nirxên jinên ermen bikin berfireh hat nîqaşkirin."
 
'Piştî 107 salan me rêxistinbûna xwe ava kir'
 
Enahît, diyar kir ku di demek wiha de lidarxistina vê kongreyê bersiva li dijî êrîşên zihniyeta osmanî ye û wiha got: "Di vê demê de ku her roj êrîş li ser herêmên me hene, lidarxistina vê kongreyê bersiva herî mezin a ji dijmin re bû. Dewleta osmaniyan komkujiya ermeniyan pêk anî û bi vê kongreyê re me ji dewleta tirk re nîşan da ku ruxmê 107 sal li ser komkujiya ermeniyan derbas bû, lê em nehatin şikênandin. Komkujiya ku li ser mafê me hate kirin ku di destpêkê de 250 zanyarên ermenan girtin û darvekirin. Paşê jin hatin qetilkirin, destdirêjî li ser wan pêk hat. Em dikarin bêjin ku em 107 sal in DAIŞ'ê nas dikin. Em dizanin beriya 107 salan jinên ermen hatin serjêkirin û zarok hatin qetilkirin. Di vê demê de lidarxistina vê kongreyê pir girîng e ku bersiva herî mezin ji dijminê me re bû. Me peyam da ku çiqas êrîş li ser me pêk werin jî, îradeya me qewîm e û nayê şikandin. Piştî 107 salan me rêxistinbûna xwe ava kir û em parastina axa xwe dikin. Dijmin çiqas kar û xebat bike, şer û êrîş bike îradeya gelan nayê şikênandin ji ber em birêxistinkirî ye. Jinên Rojavayê Kurdistanê tev hemû pêkhateyên xwe îradeya wan qewîm e û girêdayî ax û welatê xwe ne. Îro welatê me jiyana me ye û em kar û xebatên xwe li ser vî esasî dimeşînin. Em jî wek jinên ermen da ku rengê xwe derxînin tevahî cîhanê em ê kar û xebatê bimeşînin."
 
'Netewa demokratîk parastina mafê hemû pêhateyan dike'
 
Enahît, herî dawî diyar kir ku jin dikarin bi yekîtiya xwe êrîşên dijmin vala derxînin û wiha bi dawî kir: "Pergala netewa demokratîk ne tenê ji bo pêkhateyekê pêş ketiye, hemû pêkhateyên ku di herêmê de heye di hundirê xwe de dihewîne. Netewa demokratîk parastina mafê hemû pêkhateyan dike û îro me bi saya vê fikrê karibû rêxistinbûna xwe ava bikin. Îro dijmin bi taybet êrîşî jinan dike û dixwaze destkeftiyên me têk bibe. Lê bila dijmin bizanibe, em ji dijmin bi hêztir in û îradeya me qewîm e. Divê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev pêkhateyên xwe hevgirtinekê bike da ku em êrîşên dijmin vala derbixînin. Me çawa wek jinên ermen rêxistinbûna xwe çêkir, em ê hemû rêxistinên jin bikaribin yekîtiya xwe ava bikin. Dema em yekîtiyê ava bikin em ê êrîşan vala derbixînin û welatê xwe biparêzin. Gelek êrîşên qirêj ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li ser me hate kirin, lê bi destê jinê hatin şikandin û têk çûn."