ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 9 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen, Enahît Qasap kongreya Yekîtiya Jinên Ermen û rêxistinbûna wan wiha nirxand: "Piştî komkujiya 107 salan yekem car e ku Yekîtiya Jinên Ermen tê avakirin û ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye." DÎMEN HEYE
 
* Leyla Hîlal, hem bû şahîd û hem jî bû mexdûrê zilm û zextên salên 90'î. Leyla ne tenê li hemberî dewletê li hemberî serdestiya mêr jî serî rakir û niha ji bo jin û ciwanan di nav xebatên siyasî de cih digere û banga têkoşînê li jinan kir. BI DÎMEN
 
*"Di vê nokteyê de jî tişta herî girîng ev e ku pergala binpêker a modern bê darizandin û hawireke ku penaber bi dengê xwe heyî be bê afirandin. Ji ber vê jî di têkoşîna li dijî vê de hewcedarî bi alav û rêbazên nû heye. Ev jî wê bibe derfeta ku rêbaz û alavê nû bên diyarkirinê." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Guler Tunç, bal kişand ser zêdebûna qetîlkirina jin û zarokan a girêdayî polîtîkayên şerê taybet ku li herêmê tê meşandin, desthilatdarî bi hedefgiritna jinan re dixwazin civaka kurd bixîne û got: “Divê gelê me ji her çar aliyên ve li dijî van polîtîkayan hişyar be û li gorî wê rê û rêbazên xweparastinê pêş bixe.”DÎMEN HEYE
 
*Ji Însiyatîfa Jinan a Aştiyê ya Îzmîrê Rozan Urkun da zanîn ku  gelek xebatên wek atolye û form dane ber xwe û bang li hemû jinan kir ku di înîsiyatîfê de cih bigirin. Rozana got hedefa wan ev e ku vê hewaya tirsê biguherînin. BI DÎMEN
 
*Welatiyan diyar kirin ku ji bo krîza aborî çareser bibe divê demildest desthilatdarî biguhere û gotin: “Dengê kesî dernayê. Mirov naxwazin bên girtin. Êdî bendewariya min ji dewletê tune. Tenê pir û mizgeftan çêdike. Em çi bikin pir û mizgeftê? Gel birçî digere. Bila Tayyîp şerm bike.” BI DÎMEN