Malbatên girtiyan li baxçeya Edliya Wanê kom bûn

  • 15:32 8 Îlon 2022
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaetê" ya malbatên girtiyan li baxçeya Edliyeya Wanê didome û malbatên girtiyan carek din daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman. 
 
Çalakiya "Çalakiya Nobeta" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan dabûn destpêkirin berdewam dike. Malbat ji bo nobetê hatin pêşiya Edliyeya Wanê û di baxçeyê edliyeyê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (TUAY-DER) patiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî tev li çalakiyê bûn. 
 
Yek ji malbata girtiyan Aslihan Tîmûr destnîşan kir ku daxwaza wan bi tenê di welateke biedalet de jiyîn e û wiha axivî: “Zarokên me tim sirgûnî girtîgehên din dikin. Heya ku ev sepanên li ser zarokên me tên meşandin bi dawî bibin, em ê li vir bin.”
 
Polîsan xwestîn bi biryara walîtiyê çalakiyê asteng bikin. Malbat jî bi çepik û tîlîliyan bertek nîşanî vê helwesta polîsan dan.