Banga ji bo tevlîbûna meşa 17’ê îlonê

  • 12:58 8 Îlon 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA, HDP û DBP’ê ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Şirnexê bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê” bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo meşa ku dê di 17’ê îlonê de li Şirnexê bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê” bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê daxuyaniyek dan. Parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş û endam û rêxistinên navendê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî.
 
Abdullah, daxuyand ku di nav 3 salên dawiyê de li dijî xwezayê Botanê qetlîamek tê meşandin û got: "Xaka Mezoptamyayê dergûşiya mirovahiyê kiriye lê niha bi qetlîamek berbiçav re rûbirû ye. Ji ber vê çendê em wek HDP, DBP, TJA û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û gelek sazî û rêxistinên sîvîl jî di nav de em ê ber bi Cûdiyê ve bimeşin. Em wek rêxistina HDP’ê bang dikin ku 17’ê mehê saet 17.00 an de hemû gelê xwe li dijî vê komkujiyê vedixwînin meşa xwe ya li Cûdiyê.”
 
Parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş jî axivî û diyar kir ku demek dirêj e li dijî xwezayê Kurdistanê komkujiyek mezin heye û got: “Bi vî qirkirinê şert û mercên jiyanê ji holê tê rakirin. Di qadên sînoran de ev qetlîam bênavber berdewam dike. Tevî bertek û nerazîbûnên me ji bo komkujiyê îsrarbûnek heye. Lewra em bang li hemû derdorparêz û gelê xwe dikin ku pêşiya vê komkujiyê bigirin.”