Xeteriya jiyanê ya zarokê bi cismekî leşkerî birîndar bû didome

  • 13:48 29 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
WAN - Li navçey Elbakê ji ber cismekî leşkerî ku teqiya zarokê 12 salî H.E. birîndar bibû. H.E. yê ku li nexweşxaneyê tê drmankirin xeteriya wî ya jiyanê berdewam e.
 
Metirsiya jiyana zarokê 12 salî H.E. yê ku di 26'ê Tîrmehê de li Taxa Kiratî ya navçeya Elbakê ya Wanê di encama teqîna cismekî leşkerî de bi giranî birîndar bû, dewam dike. Li gorî agahiyên ku xizmên H.E.yê ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê li Navenda Tip ya Dursun Odabaşi li beşa lênêrtina giran tê dermankirin, hat ragihandin ku di encama tomografya ku roja berê hatiye kişandin de ji ber teqînê zirareke mezin li mejiyê H.E. çêbûye. Bijîşk her wiha diyar kir ku di rewşa H.E. de ti guhertin çênebûye û heta roja duşema bê dê li bendê bin.
 
Serdanên piştevaniy berdewam dikin
 
Gelek saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi armanca piştevaniyê çûn serdana malbata  H.E. ku li ber nexweşxaneyê ne. 
 
Çi qewimî?
 
H.E.yê ku di sibeha 26'ê Tîrmehê de pezê xwe bir mêrga li ser xeta sînor biçêrîne li taxa ku li ser sînorê Îranê yê navçeya Taxa Kiratî  ya navçeya Elbakê ya Wanê ye, bi giranî di encama cismekî leşkerî de birîndar bû.  H.E. li ser milên du zarokên di temenê xwe de ji gundê ku 40 deqe dûrî taxê ye, hat hilgirtin. Bi saetan H.E.li benda mudaxaleyê hat hiştin û  piştre bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê  ya Wanê.
 
H.E yê ku di beşa lênêrîna giran de dihat dermankirin piştî emeliyata ku 7 saetan dewam kir, ji ber teqînê milê wî şikest.