Begefîlmê Nûjiyan Erhan li Minbicê hat pêşandan

  • 15:35 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlmê Nûjiyan a jiyana rojnameger Nûjiyan Erhan a di 3'yê Adara 2017'an de di encama êrişên PDK'ê yê li ser Şengalê de jiyana xwe jidest dabû vedibêje, li Minbicê hat pêşandan.
 
Belgefîlmê Nûjiyan a behsa jiyan û têkoşîna rojnameger Nûjiyan Erhan dike li Minbicê hat temaşekirin. Parlamentera Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Ebû Qelqel û Tel Huzan Eliya El-Tehan daxwaza parastina mafên rojnamegerên ku dixwazin rastiyan ji raya giştî re radigihînin kir û wiha got: "Şehîd Nûjiyan Erhan ji bo rastiyan nîşan bide berxwedana gelê Şengalê gav bi gav şopand. Min bi rêya fîlmê şehîd Nûjiyan Erhan û hêza wê nas kir."
 
Derhênera fîlmê Jînda Asmen wiha got: "Em sê jin in ku ji bo ku ev fîlm bi ser bikeve, xebitîn, min derhêneriya wê kir, hevalek rola şehîd Nûjiyan Erhan lîst û ya din jî fîlm kişand. Me di sala 2019’an de dest bi kar kir û di sala 2021’ê de qedand û diviyabû di heman salê de were pêşkêşkirin, lê avakirina dîwarê di navbera Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nehişt ku di dema xwe de were pêşkêşkirin. Yekem car li Şengalê hat pêşandan û piştre li bajarê Hesekê cihê şehîdbûna rojnamevan Nûjiyan Erhan. Me film li Şingalê û çend dîmen jî li Mexmûr û Rojava kişand. Ji bo danasîna berxwedana jinan em hewl didin fîlmê di festîvalên navneteweyî de nîşan bidin."