'Nêzîkatiya li hemberî girtiyan xizmeta siyaseta tolhildanê dike'

  • 15:00 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 92'emîn a Nobeda Edaletê de bang li rayedaran hat kirin ku daxwazên girtiyan bên bichihanîn û wiha hat gotin, "Nêzîkatiya li hemberî girtiyan xizmeta siyaseta tolhildanê ya îqtîdarê dike."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza girtiyên nexwş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Îzmîrê di roja 92'emîn de li ber Edliyeya Baykrakli ya Îzmîrê berdewam kir. Xizmên girtiyan di çalakiyê de berdilkên bi nivîsa "Bibin dengê girtiyan" , "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û Rêxisitna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Îzmîrê û navçeyên wê Kemalpaşa û bornoveyê jî piştgirî dan malabtan.
 
'Nêzîkatiya li girtiyna xizmetê ji siyaseta tolhildanê re dike'
 
Rêveberê HDP'ê yê Bajarê Îzmîrê Medenî Demîr di çalakiyê de axivî. Medenî diyar kir ku li Amed, Stenbol û Îzmîrê Nobeda Edaletê tê girtin û wiha berdewam kir, "Ji bo mafê jiyanê yê herî xwezayî ev berxwedan tê dayîn. Lê gel ku girtî nayên berdan mafê wan ê xwegîhandina îmkanên  dermankirinê jî tên astengkirin. Nêzîkatiya li hemberî gitiyan xizmetê ji siyaseta tolhildanê ya îqtîdarê re dikin. Divê dest ji vê helwestê bê berdan û daxwazên dayikan bên qebûlkirin."
 
Çalakiya xizmên girtiyan bi dirûşma, "Heq, hiqûq û edalet", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.