Li Panosê cara yekê Navenda Piştevaniya Jinê hat vekirin

  • 14:20 28 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
AGIRÎ - Şaredariya HDP'yî ya Panosê Navenda Piştevaniya Jinê ya Teşiyê bi çepik û lîlandina jinan vekir.
 
Navenda Piştevaniya Jinê ya Teşiyê, ji aliyê Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat vekirin. Bi dehan jin ji bo vekirinê li ber Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Panosê li hev civiyan û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" meşiyan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên HDP'ê yên jin û endamên meclîsê, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hatîce Akdag, endamên Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bernameya vekirinê bûn.
 
'Em li her derê li dijî zîhniyeta hikûmetê ne'
 
Di vekirinê de Hevşaredara Patnosê Mûşerref Geçer axivî û diyar kir ku wan navenda ku demeke dirêj e amadekariya wê dikirin, bi tevlîbûna jinan vekir. Muşerref got ku ew li dijî polîtîkayê desthilatdariya mêr a ku li tu qadên jiyanê tehamulî jinan nake,  “Em li her derê ne” û got, “Em îro li vir in. Me prensîba xwe ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev li hemû şaredariyên ku me bi dest xistine pêk anîn.”
 
'Hevserokatî xeta me ya xemrî ye'
 
Mûşerref, anî ziman ku li dijî qeyûmên ku têkoşîn û destkeftiyên jinan hedef digirin, pergala rêveberiyên herêmî ya azadiya jinê ava kirine û wiha got: "Li dijî pergala qeyûm a ku navenda jinan girt, mêran tayînkirina rêveberiyên jinan dike, me têkoşîna xwe mezin kir.  Me dev ji gotina 'hevserokatî xeta me ya xemrî ye' berneda, em ê dev jê bernedin. Bi perspektîfa ji nû ve avakirin û xwecihkirinê em weke berê îro jî bi vekirina navenda şêwirmendiya jinan bi hev re li dijî tundiya li jinê têdikoşin.”
 
Piştî axftinan bi çepik û dirûşman vekirina saziyê hat kirin.