Hevseroka KNK'ê Zeynep: Dema yekîtî û serhildanê ye

  • 09:07 25 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad bertek nîşanî êrişa li  herêma geştyaran ya Zaxoyê pêkhatiye bertek nîşan da û got: “Em li bendê bûn. Ango metirsiyek mezintir a talankirina Kurdistanê heye. Ger ku em têra xwe bertek nîşan wê komkojî ji pêk werin û Kurdistanê jî talan bikin. Divê gel serhiladana xwe bi çalekiyan sînordar nehêle. Niha dema yekitiyê, dema serhildana li dijî desthildatdariya Tirkiyê ye.”
 
Artêşa Tirk di 20'ê Tîrmehê de li devera devera geştê ya li gundê Perex ê bajarê Zaxoyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 kes hatin qetilkirin û 22 kes ji birîndar bûn. Bi êrişê re li Kurdistanê û gelek welatan jî bertekên mezin hatin nîşakirin. Hevseroka Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat têkildadrê êrişên pêkhatine û bêdengiya PDK’ê ji ajansa me re axivî.
 
‘Em hemû li bende bûyereke wiha bûn’
 
Zeyneb Murad êrişa li Zaxoyê li ser cihên geştiyariyê pêkhatine nirxand û got: “Ev êriş ne nû pêktên ango ne bûyerek cüda ye. Bi salane ev êrişên hovane li ser axa Kurdistanê pê ktên. Dewleta Tirk bi çekên cûr be cûr êrişên xwe rojane, bi riya hewayî û reşahî dide meşandinê. Bi taybetî jî di demên dawî de gelek kesên ku di nava wan de jin û zarok hebûne jiyana xwe ji destdan. Dema êrişên beriya meha ku di meha Nîsanê de li ser herêmên Avaşîn, Zap û derdorên wê dest pê kirin û geştirbûn de me weke KNK dest bi xebatên berfirehkiribû. Me bi partiyên siyasî yên Kurdistanî û bi beşek partiyên İraqê re jî hevdîtin pêkanîn. Di heman demê de bi siyasetmenda, rewşenbîr û gel re jî têkilî danî. Ev xebatên me demek dirêjin berdewam dikin. Em li benda bûyereke wiha bûn. Ez bawerim herkes ji dikare vê pêşbîniyê bike. Dema êriş destpêkir, ji bername û polîtîkayên wan diyarbûn. Bila kes weke tiştek ecêp pêşwazî neke. Ya girîng beriya komkojî pêkwere gavavêtin e.”
 
‘Bi êrişekê re dixwazin biçin serkeftinê’
 
Zeynep hevdîtininên serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdoxan ên bi welatên din re dike bi bîr xisitn û got: “Piştî êrişên li ser Kurdistanê dest pê kirin têperînek di navbera dewletên herêmî, di bi lijneya bilind a Îran, Rusyayê û hêzên cûda de pêkanî.  Tifaqên xwe berfireh dikin û bi wê re jî êrişên xwe berfireh dikin. Piştî hevdîtinên ku dike bi komkojiyek wek ya zaxo re em serxweşiya wan dibînin. Dewleta Tirk bi van hevdîtinên xwe, bi êrişên xwe yên bêsînor armanc dike ku sînorên xwe berfireh bike. Li gel xeyalên xwe yên sînorên mîsaqî millî dixwazin kurdan tune bikin. Ji bo gihiştina armanca xwe her rê û rêbaza şer rewa dibînin. Ger em bixwazin fam bikin Tirkiye van armancên xwe bi eşkerahî tîne ziman. Her çiqasî êrişên pêktînin weke ku li hemberî PKK’ê didin nîşankirin jî rewş bi vê re ne sînordar e. Hêza ku ji armanca wan re talukê ava dike PKK ye. Lewra bi tunekirina PKK’ê re dikare bigihêje armanca xwe. Bi êrişekê re dixwaze çend serkeftinan bi dest bixe.”
 
‘Li xwe binêrin û xwe rexne bikin’
 
Tê zanîn ku ne tene li ser başûrê Kurdistanê, li ser her çar parçeyan bi vê giraniyê êrişên dewleta Tirk pêk tên. Ji her alî ve li dijî destkeftiyên kurdan derdikevin. Li Başûr bi bedelên mezin ev destkeftî hate bidestxistin. Li Rojava jî bi heman rengî. Niha bombebarankirina cihên geştiyarî aloziya li ser Kurdistanê û wêrekiya Tirkiyê nîşan dike. Kî vê bingehê ji wan re ava dike. Bê guman ne tenê bi destê hêzên ji derve re pêk hat. Yek ji sedemên sereke hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ye. Ev êrişa dawî bû rojev û li gelek deveran jî serhildanên gel çêbûn. Gelên ereb û kurd derketin kolanan. Bê guman bertekên hatine nîşakirin gelek girîngin. Lê belê pêwîst e em bêjin, ew gelek dereng man. Ger di serî de helwestek ya nerazîbûnê li hemberî Tirkiyê nîşan bida wê ev komkojî rû nedaban.   Divê em li politikaya xwe û rêveberiya xwe ji temaşe bikin û pêwîst bike rexne jî bikin.  Ne tenê deweleta Tirk hin kesên bêdengî û hevkariya wan jî wan dike berpirsên vê komkujiyê.”
 
‘Divê em pêvajoyê baş bibînin'
 
Zeynep got pêwîste em pêvajoyê baş bibinin û geşedanan baş binirxînin. Zeynep hevdîtina Rusya, Îran û Tirkiyê ya li Tahranê destnîşankir û got ne tesaduf e  ku li pey hevdîtinên êrişek bi vî rengî pêk were û berdewam kir: “Her alî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Niha qeyranek navneteweyî heye û her kes li peye ku wê xwe çawa ji vê qeyranê xilas bike. Her yek ji wan wê paya xwe bigre. Lewra divê êdî em têbigihêjin ka Erdogan li ser Kurdistanê û Rojhilata navîn metirsiyek çawa diafirîne. Di şerê Lîbya û di êrişa li ser Ermeniyan de jî me dît ka Tirkiye roleke çawa lîst. Ji bo berjewendiyên xwe helwestek çawa nîşan da. Erk û berpirsyaretiya me hemûyan e ku em li hemberî vê hişmendiyê bertekekên xwe nîşan bikin.”
 
‘Çima PDK pêdeng e?’
 
Zeynep bal kişand ser bombebarana li ser Zaxoyê pêkhatiye û bêdengiyiya rêveberiya Kurdistana Federal rexne kir. Zeynep got: “Berteka li hember êrişên desthilatdariya Tirkiyê erka mirovatiyê ye. Lewra pêwîste rêveberiya Kurdistana Federal bertekek mezin nîşakiriba. Lewra helwesta wan û bêdengiya wan a di vê mijarê de hatiye wê astê ku êdî em şermezar bikin. Ji derveyî wê jî bertek lewaz dimînin. Partiyên din jî di fermiyetê de hinek bertek nîşan kirin. Lewera ev bertekên wan nehatin wê astê ku ji êrişan re bibe asteng. Ew di vê mijarê de lewaz man. Ger ku ne wisa ba wê dewleta Tirk ewqas hêsan nekarîba lîstikên xwe li ser van axan bilîze. Li nava herêmê bi xwe de 40 - 50  baregehên leşkerî ên tirk hene. Îstixbarata wan di navbera me de balvbûye.”
 
‘Divê helwesta me di hinek mijaran de yek be’
 
Zeynep herî dawî wiha got: “Ger ku em di ferqa metirsiyê de ne, divê erka parastina axa xwe jî em hemû bi hev re hilgirin ser milê xwe. Her parçeyê Kurdistanê pêwîste ji derveyî berjwendiyên xwe yên partî û kesî tevbigerin. Ger pêwîst bike divê em hemû jî di vî warî de bedelên mezin bidin. Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê li hember partiyekê yan jî kesekî ye. Tirkiye li hemberî hemû kurda ye û li hemberî hemû destkeftiyên wan e. Di serê armancan de di serî de tunekirina kurdan tê. Îro polîtîkaya li başûrê Kurdistanê dide meşandin di heman demê de li ser rojavayê Kurdistanê û parçeyên din jî tê meşandin. Divê em kurd bi hesteke neteweyî xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Di eslê xwe de ev şer şerê man û nemana dewleta Tirkiyê bi xwe ye. Bi vê tirsa tunebûnê re êriş dike. Ji bo şkandina vê hişmendiya êrişker, ji bo rêgirtina li hemberî bingehên ku rê li pêşiya van şeran vedike yekgirtina gele me girîng e. Divê em di vê xalê de bibin yek. Bi taybetî jî banga me ji bo jinan e. Ji ber ku îqtidara heyî dijminatiya jinan dike û bi wê riyê êrişek taybet ji dide meşandin.”