ROEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 25 Tîrmeh 2022
  • Rojane
*Jinên li navçeya Bismilê ku bi karê çandiniyê, di nava şert û mercên zehmet de hewil didin debara xwe bikin dibêjin: “Em bi nanzikê dixebitin. Ev mûçe têra me nake û em ji bo ji birçîna nemirin dixebitin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, destnîşan kir ku li dijî xweza û erdnîgariya kurdan dirûtîyek berbiçav heye û got: “Di bin navê herêmên ewle de qirkirina daran tê rewakirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad bertek nîşanî êrişa li  herêma geştyaran ya Zaxoyê pêkhatiye bertek nîşan da û got: “Em li bendê bûn. Ango metirsiyek mezintir a talankirina Kurdistanê heye. Ger ku em têra xwe bertek nîşan wê komkojî ji pêk werin û Kurdistanê jî talan bikin. Divê gel serhiladana xwe bi çalekiyan sînordar nehêle. Niha dema yekitiyê, dema serhildana li dijî desthildatdariya Tirkiyê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Damezrînera Komeleya Jinan a Starê  Emîne Bozkurt, bertek nîşanî biryara Şûraya Dewletê a ji bo Peymana Stembolê da û got, "Em dest ji peymanê bernadin û em ê ji bo jin û zaorkan têkoşîna xwe mezin bikin. DÎMEN HEYE