Li dijî êrîşên dewleta tirk daxuyanî hat dayin

  • 12:38 24 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, li dijî êrîşên dewlet T irk ên li ser Kurdistanê  daxûyanî da û got, "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê tola wan li herdê nehêlin."
 
Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser  Kurdistanê daxûyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên tekoşerên azadiyê, alên Kongereya Star, Saziya Malbata şehîdan,Tevgera Civaka Demoqratîk û Partiya Yekîtiya Demoqratîk hatin hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya  li Qada Jina Aazd hat dayin, ji aliyê Endama Koordînasyona kongereya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Li Kurdistanê bi dehan sale dı peşengtıya jinan de tekoşinek bênavber  tê meşandin. Şoreşa Rojava ya deh saliya xwe temam kir jî parceyek ji vê tekoşinê ye. Ev şoreşa di peşengtiya jina kurd de hate destpêkirin, mezin dibe û li hemû cihanê belav dibe. Di serîde hêzên kurewî û deshilatdar li hember şoreşa jinê bi erîşan bersiv dan û xwestin bi destê DAIŞ şoreşa rojavayê Kûrdistanê asteng bikin û kurda qir bikin. Hêzên serdest bi vê riyê xwestin gelê Kûrd mehkumÎ bindestiyê bikin. Ji bo ku bikarin vê stratejîya xwe bi meşînin jinên kurd kirin hedefa yekemîn. Di vê rêyê de bi sedan jinên kûrd û ereb hatin hedefgirtin û di bazran de hatin firotin. 
 
Axa rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin
 
DAIŞ''ê hêza xwe ya bingehîn û pişgirîya xwe jî ji dewleta Tirk digirt. Bi destê dewlata Tirk DAIŞ hat mezinkirin. Li hember vê hovîtîya DAIŞ’ê, yên serî netewandin û li ber xwe dan hêzên YPJ û YPG bun. Di pêşengtîya şervanên YPJ’ê de bi hezaran jinên kûrd li hember çeteyên DAIŞ’ê serkeftina Şoreşa Rojava mîsoger kirin. Bi gelemperî axa Rojavayê kurdistanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Piştî kû DAIŞ têk çû li hember serkeftina Şoreşa Rojava, dewleta Tirk  ruyê xwe yê rast nîşan da û topyekûn erîşî şoreşê kir. Dewleta tirk bi kriyarên xwe yên hovane ên li hember gellê Kurd ji DAIŞ ê xirabtir kir. Bi taybet piştî 2017'an  dewleta Tirk hovîtiya DAIŞ'ê dikri girte ser milê xwe. Dewleta Tirk hovîtîya xwe bi rîya qanunên navnetewî îro jî meşrû dike. Yên li hember hovîtîya dewleta Tirk bêdeng dimînin jî û çavê xwe ji vê hovîtîyê re digrin hevkariya wê dikin.
 
Serkeftin wê ya gelê Kurd be
 
Di nav 10 rojên dawî de Dewleta Tirk li Maxmur, Zaxo, qamişlo, Amudê, Kobanî erîşên namerdane pêk anî û di encama van erîşan de bi dehan insanên me hatin qetilkirin. Herî dawî di 22’ê tîrmehê de li ser rîya qamişlo bi balafirên bê mirov jinên kurd şervan û fermandara me ya hêja di encama van êrîşan de gîhîştin asta şahadetê. Di şexsê Fermandara hêja û qehreman Ş jîyan de tolhildan Ş roj xabur û Ş Barîn Botan de mezin ji bo şoreşê hatibu dayin. Em wek jinên Kobanî û tevahî Rojava deyndarî keda van jinên çelengin. Ew bi wêrektîya xwe ji bo gelê rojava bun mertal û ne hîştin destên neyaran bi gihîje axa me ya pîroz. Wek rêheval Berxwedan û Kendal ev jî bun sembola şoreşa Rojava. 
 
Em soz didin şêhîdên xwe yên qehreman, em ê tola wan li erdê nêhêlin. Em bang li hemû jinên kûrd û tevahî jinan dikin ku bi pêşengtîya jinan, hêza gellê şoreşger rêxistin bikin û tola wan qehremanan hilênin. Heta ku dewleta Tirk bi erdêre bibe yek em ê her tim li ser pîya bin. Li ser vî esasî wê serkeftin ya gellê Kûrd û gelê heremê be û faşîzim têk biçe."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Şehît namirin", "Bıj berxwedana  YPJ'ê", Bijî berxwedana jinan", "Jin jîyan azadî","Bi mire faşîzma dewleta tirk", "Bijî serok Apo" bi dawî bû.