ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 24 Tîrmeh 2022
  • Rojev
 
*Ji Rêveberiya Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Ekin Yeter, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Ji bo em bi awayekî baş û demokratîk ji nava vê qeyran û kaosê derkevin divê pirsgirêk ji holê rabe û ev tecrîda mûtlak demildest bi dawî bibe."
DÎMEN HEYE
 
*Nûnerên rêxistinên jinan ên bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a derbarê Peymana Stenbolê de dan wiha gotin:"Xeta têkoşîneke enternasyonal ewlehiya me ya herî mezin e. Divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di dema nû de wê meclîsên jinan bi rêxistin bikin û wê bi saziyên jinan re xebatên hevpar bikin. Her wiha Ayşeyê derbarê biryara erêkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Dadgeha Bilin de got:"Vekişandina ji Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Gundê Perexê yê Zaxoya Herêma Kurdistanê ya Federe axivî û bal kişand ser helwesta PDK'ê. Ayşeyê got: "Di dema referandûmê de di serî de dewleta tirk li dijî xweseriya Kurdistana Federal derket. Ji van kiryaran jî diyar e ku li dijî hemû destkeftiyên kurdan dijminatiyê dikin. Bila PDK xwe nexapîne û nebe hevkarê komkujiyên din." DÎMEN HEYE