Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn

  • 16:07 23 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ÊLIH - Du xwişkên hevdu Fatma Tamûr û Evîn Taymûr li Heskîfê di golê de xeniqîn. 
 
Li gundê Xirbekûr ê bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve Fatma Taymûr (25) û Evîn Taymûr (22) ên xwîşkên hev ku ketin golê, xeniqîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, malbata Taymûr ji bo biçe seyranê berê xwe dan kêleka Bendava Ilisûyê. Her du xwişkên hev ji bo xwe hînik bikin ketin gola avê û xeniqîn. Noqarên (dalgiç) ên şaredariyê çûn cihê bûyere û cenazeyên her du xwişkan ji avê derxistin. Cenazeyan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. 
 
Hat zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.