Ji aliyê kesên li cîhanê navdar deklarasyona Rojava hat weşandin
- 10:44 23 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deklarasyona hevpar a ji aliyê 26 nivîskar, hunermend û zanyaran hat weşandin, 10'emîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.
Ji welat û pîşeyên cihê 26 kesan bi sernavê ‘Em sala 10’emîn a Rojava pîroz dikin: Di bin gefan de ceribandineke civakî ya vîzyoner’ deklarasyonek weşandin. Kesên wekî Noam Chomsky, Claûdîo Mîranda û Sîlvîa Federîcî Emerîtîerte jî di nav de xwestin ji bo pêşiya êrîşên dewleta tirk were girtin divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî were girtin.
Di deklarasyonê de ev tişt hate diyarkirin:
“Şoreşa Rojava ber bi sala 2017’an de Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û Êzidî jî di nav de 5 mîlyon kes li Rojava dijiyan. Gelê Rojava ji aliyê makeqanûna herî demokratîk a dinyayê dihat birêvebirin û pergal li ser xwerêveberiya ku xwe dispart meclîsên gel û nûnertiya hemû gelan.
Di her asta Şoreşa Rojava de pêdiviya pêşengtiya jinan, pergala edaletê ya civakê baş dike, hurmeta li hemberî hemû zindiyan û çandiniya ku xwe nû dike heye. Parastina Rojava tê wateya ku mirov tevlî xebatên jiyana şênber a li dijî netewe-dewletan û kapîtalîzmê bibe.
Demokrasiyên lîberal naxwazin kaosa avhewayê, qirbûna cureyan, hilweşandina pergalên xurekan û bêedaletiya civakî û nijadî bibînin lê Şoreşa Rojava tevî tevgerên wekî Zapatîstayên li Meksîkayê siyasetê ji bo veguherîna civakî wekî hêzeke kolektîf zindî dikin û vîzyoneke alternatîf pêşkêş dikin.”
Kesên îmze dane deklarasyonê diyar kirin ew piştgiriyê didin 34 partiyên siyasî û tevgerên li Rojava yên ku dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî were girtin û gotin “Ji bo ku em bibin xwedî bandor divê em hevgirtina me ne bi tenê li ser axaftinê be. Piştgiriya Rojava tê wateya tevlêbûna teşeya jiyanên şênber ên dûrî netewe-dewlet, kapîtalîzm û patrîyarkayê. Belkî em nikaribin bi carekê van pergalên riziyayî têk bibin lê li derveyî mantiqa modernîteya kapîtalîst em dikarin qadên berfireh ava bikin.”
Van kesan îmze dane deklarasyonê:
* Sami Awad, Holy Land Trust, Fîlîstîn
* Debbie Bookchin, Emergency Committee for Rojava, Turtle Island (ABD)
* Gail Bradbrook, Extinction Rebellion, Îngîltere
* João Camargo, Climáximo, Portekîz
* Noam Chomsky, Massachusetts Institute of Technology, Turtle Island (ABD)
* Gigi Coyle, Beyond Boundaries, Turtle Island (ABD)
* Salim Dara, Rural Solidarity, Benin
* Silvia Federici, Professor Emerita of Social Science, Hofstra University, New York, Turtle Island (ABD)
* Tiokasin Ghosthorse, First Voices Radio, Turtle Island (ABD)
* David Harvey, Distinguished Professor of Anthropology and Geography, CUNY Graduate Center, Turtle Island (ABD)
* Jason Hickel, Visiting scholar, London School of Economics,Îngîltere
* Miki Kashtan, Nonviolent Global Liberation Community, İngiltere
* Ashish Kothari, Global Tapestry of Alternatives, Hindistan
* Alnoor Ladha, Culture Hack Labs, Turtle Island (ABD)
* Sabine Lichtenfels, Tamera Peace Research & Education Center, Portekîz
* Woman Stands Shining, Pat McCabe Diné elder, Turtle Island (ABD)
* Cláudio Miranda, Favela da Paz, Brezîlya
* Lynn Murphy, Transition Resource Circle, Costa Rica
* Kumi Naidoo, Former Secretary-General of Amnesty International, Efrîkaya Başûr
* Carne Ross, Former diplomat, Îngîltere
* Aida Shibli, Global Campus, Fîlîstîn
* Rajendra Singh, Tarun Bharat Sangh, Hindistan
* Marina Sitrin, Associate professor at Binghamton University, Turtle Island ABD)
* Carlin Quinn, Education for Racial Equity, Turtle Island (ABD)
* V (formerly Eve Ensler), One Billion Rising, Turtle Island (ABD)
* Martin Winiecki, Institute of Global Peacework, Portekîz”