'Em ê li dijî êrişan tu carî gavê paşve neavêjin'

  • 09:09 23 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Girêdayî êrişên dewleta tirk ên li ser Gundê Perexê yê Zaxoya Başûrê Kurdistanê jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku êdî çavên xwe ji gefan re vekin û wiha gotin:" Em rê nedin faşîzma di nava axa me de û dagirkeriya xwe berfireh dike. Em ê sîng bi sîng li hemberî êrişan bisekinin û tucaran gavê paşve neavêjin."
 
Di 20'ê Tîrmehê de dewleta tirk li Gundê Perexê yê bi ser navçeya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kiribû û di encama vê topbaranê de yek jê pitik 9 geştiyaran jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes jî birîndar bûbûn. Bertekên li dijî êrişan didomin. Jinên Rojavayê Kurdistanê têkildarî êrişan bertek û nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Bi êrişan dixwazin pêşketin û hêza mezin têk bibin, ji holê rakin'
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) a navçeya Şêranê Fatime Osman diyar kir ku dewleta tirk bi êrişan dixwaze hêza mezin têk bibe û wiha got:"Êrişên AKP û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê ne ji roja îro ye ku dest pê kiriye. Ew her tim êrîşên bi vî rengî li ser van herêman pêk tîne. Her tim êrîşên xwe li ser Şengal û deverên Kurdistanê, deverên ku kurd lê dijîn pêk tînin. Ev yek jî dibe fersendek ji bo dewleta tirk ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Her wiha dixwazin êrişê bibin ser cihê ku gel bi salan xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi pêş xistiye. Bi êrişan dixwazin pêşketin û hêza mezin têk bibin, ji holê rakin."
 
'Bi hêz û keda xwe dagirkeriyê têk bibin'
 
Fatimeyê di dawiya  axaftina xwe de da zanîn ku pêkhateyên li vê herêmê dijîn li dijî êrişan têkoşînê dikin û wiha pê de çû:"Şoreşa Rojava têkoşîna gel a bi rûmet e. Şoreşa serkeftin û mîsogeriyê û rastiyê bû. Lê dewleta tirk a faşîst her carê ji xwe re fersendekê çêdike ku bi wê fersendê gel têk bibe, têkoşîna gel di nava qirêjiya xwe de winda bike. Armanca dewleta tirk a dagirker jixwe xuyaye. Ew dixwaze gel teslîm bibe û axa xwe bifiroşe. Lê em tu carî vê yekê qebûl nakin. Ez banga tevahî gelan dikim, bila bi hêz, ked û berxwedana xwe, dagirkeriyê têk bibe û tola hevalên xwe hilde."
 
'Niha bi milyonan însan beşdarî vê dozê bûne'
 
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Şêranê Lûtfiye Mehmod Silêman di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku divê hemû gel bi rih û can tev bigere û wiha lê zêde kir: "Bi van êrîşên ku bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin, em alîkariya AKP û PDK'ê ya ji bo qirkirina gelan dibînin, bi çi rengî ye. Ji ber vê jî li gor berjewendî û xwestekên wan, eger kurdek li ku derê be divê xwe bigihêjin wan û qir bikin. Her kesî çavên xwe li ber vî şerî girtiye. Kes naxwaze rastiya dewletên dagirker ên qatîl derbixe. Êrîşên ku îro li çiyayên azad dibe, li hember van êrîşan bi salan têkoşîn û berxwedaneke bêhempa hatiye meşandin. Azadiya xwe derbasî projeya ku gel bi wê re dimeşe kiriye. Wan canê xwe feda kirine û hatine asta şehadetê. Ev kes ji her çar perçeyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatine û kom bûne. Dewleta tirk her tim digot ez ê we tune bikim. Bi nêrîna min dema ev tevger bi du sê kesan bûn û nikaribûn ji holê rakirina niha jî nikarin rakin. 
Niha bi milyonan însan beşdarî vê dozê bûne."
 
'Em ê li dijî êrişan tu carî gavê paşve neavêjin'
 
Lûtfiyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk û hevkarên xwe çi pilanên qirêj hene li dijî gelên aştîxwaz bi kar tîne. Ez jî dibêjim li dijî vêya divê em li vir li ser axa xwe bijîn. Em rê nedin faşîzma di nava axa me de û dagirkeriya xwe berfireh dike. Em ê sîng bi sîng li hemberî êrişan bisekinin û tucaran gavê paşve neavêjin."
 
'Me her tim asta têkoşîna xwe ya li dijî van kiryaran bilind kir'
 
Endama Şaredariya Gel a navçeya Şêranê Mehboba Ismaîl bal kişand ser têkoşîna li dijî êrişan û wiha pê de çû:"Ev demek dirêj e êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Wê rojê maleke li Mexmûrê hate hedefgirtin û ew mal di binê topan de ma. Her tim êriş dikin û guh nadên ku zarok in. Ev tiştê PDK û AKP dike ne cihê mirovahiyê ye. Mixabin tevahî dewletên navneteweyî li vê mijarê dinihêrin lê tu helwestê nîşan nadin. Em xapandin û îxanetê dibînin, lê tu kes êşa me nizane. Lê me her tim asta têkoşîna xwe ya li dijî van kiryaran bilind kir. Heta ku welatê me ji gef û kiryarên li dijî mafên mirovan xilas bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin."