'Înîsiyatîfa Jinê' li dijî êrîşan daxuyanî da

  • 15:25 22 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinan a li Dijî Dagirkeriyê Kurdistanê Biparêze, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Zaxo, Kobanê û Amûdê daxuyaniyek da û got, "Divê dewleta Tirk li dadgeha sûcên şer bê darizandin."
 
"Însiyatîfa Jinan a li Dijî Dagirkeriyê Kurdistanê Biparêze daxuyaniyeke nivîskî da û êrîş û qetlîamên Tirkiyeyê şermezar kirin.
 
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev êrîşên rojane bi xwe re qirkirina sivîlan û ziyaneke mezin tîne. Di heman demê de karektera qirker a dewleta Tirk careke din derdixe holê.
 
'Dewleta Tirk her roj sivîlan qetil dike'
 
Bi daxuyaniyê bal hat kişandin ser Komkujiya Zaxoyê û wiha hat gotin,  “Ev hemû nîşan didin ku Erdogan di civîna li Îranê de asê maye. Dewleta Tirk ne li gorî hiqûq û qanûnên navneteweyî tevdigere her roj sivîlan qetil dike. Em êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û ji raya giştî ya navneteweyî re radigihînin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe hemû sînor derbas kiriye. Divê aliyên pêwendîdar bi saziyên navneteweyî re, bêdengiya xwe ya li hemberî qetlîamên gel bişkînin û dewleta Tirk li dadgehên sûcên şer bên darizandin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiya Zaxoyê re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Divê gelê me li hemberî her cure êrîşan amade be.”