Foruma Jinên Rojhilata Navîn dest pê kir

  • 11:09 22 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Bi munasebeta 10'emîn salvegera Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê û bi aramanca danasîna destkeftiyên jinan a bi şoreşê re hatine bidestxistin, Kongreya Star bi dirûşma "Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin" Foruma Jinên Rojhilata Navîn li dar dixe.
 
Foruma jinan li Zanîngeha Rojava bi beşdariya 7 rêxistinên jin ên Kombûna Zenûbiya, Meclîsa Jinên Suryan, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dest pê kir. Her wiha tevlîbûn ji tevahî rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn bi rêya bernameya onlineyê wê ji forumê re bê çêkirin. Bernameyê forumê wê li ser 4 panelan bê birêvebirin û bi qasê du rojan dê berdewam bike, di hundirê her panelekê de wê nîqaş bên meşandin.
 
Panela yekem wê li ser nirxandina deh saliya Şoreşa Jinê be, panela duyemîn wê li ser têkoşîna jinan a ji bo parastina şoreşê be. Di roja duyemîn de wê destpêkê li ser atolyeya xebata jinan a li ser çar beşan der barê pêşengtiya jinê ya di guhertin û veguhertina civakê de, têkoşîna jinê ya di qada siyasî û hiqûqî de, pêwîstiya parastin û pêkanîna mafê jinan û li dijî siyaseta terbiyekirinê ya li ser birçîbûnê û aboriya jinê, dê nîqaş bê meşandin. Paşê wê foruma jinan bi panela sêyemîn li ser bandora şoreşê ya li ser têkoşîna jinan û panela çaremîn jî wê bi rengê nîqaşeke zindî li ser encamên forumê ji bo avakirina perspektîfên pêşerojê bidome. Di dawiyê de wê Foruma Jinên Rojhilata Navîn bi biryarên girîng bi encam bibe.
 
'Bi têkoşîna jinan encax em dikarin şoreşa xwe biparêzin'
 
Foruma Jinên Rojhilata Navîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyana pakrewanê azadiyê dest pê kir, paşê sînevîzyonek li ser cangoriyên Şoreşa Jinê hate temaşekirin. Axaftina vekirina forumê ji aliyê Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed ve hate kirin.
 
Remziya Mihemed bal şand ser têkoşîna jinan a di nav deh salên şoreşê de û wiha got: “Tevahî jinên ku îro di vê foruma me de hazir in, dibînin ku em dikarin şoreşa xwe bînin ziman, em vê kelecan û kombûna jinan pîroz dikin. Bi serkeftinên mezin û xebeteke xurt jinên hemû pêkhateyan dikaribûn di vir de hazir bibin, ji ber geşkirina şoreşê ji me tê xwestin. Rast e çirûska şoreşê ji Kobanê dest pê kir lê roj bi roj herikî û li tevahî deveran belav bû ev mînak rengê jinên Sûrî dide nîşandan. Pir êrîş û siyaset li ser me hatin meşandin lê her jin li pêş bû û bû mîrasek ku tevahî jin jê sûdê bigirin. Bi têkoşîna jinan encax em dikarin şoreşa xwe biparêzin.”
 
Piştî axaftina Berdevka Kongreya Star, peyamên jinan yên rêxistnên derve ji bo pîrozbahiya forumê hatin xwendin.
 
Foruma jinan bi axaftina Hevseroka Desteya PYD’ê Foza Yûsif dewam dike…