Ji Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî daxuyaniya êrişa li ser Zaxoyê

  • 11:01 22 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
AMED - Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî têkildarî êrişa li Zaxoyê ya dewleta tirk pêk anî daxuyaniya nivîskî da. 
 
Tirkiye roja 20'ê mehê li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxoya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kir û di encama topbaranê yek jê pitik 9 geştiyarên Ereb hatibûn qetilkirin, 29 kes jî birîndar bûbûn. Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî li dijî komkujiyê daxuyaniyek nivîskî parve kir û qetlîam şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Platforma Yekitiya Jinên Kurd wiha ye: 
 
"Li Zaxoyê, li Herêma Kurdistanê, zarok û jin jî di nav de, gelek welatiyên Iraqê û Kurdistanê di topbarana artêşa Tirk de hatin kuştin û birîndarkirin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Bi salan e li her çar herêmên Kurdistanê bi sedan sivîl ji hêla dagirkeran ve hatine qetilkirin, ji Roboskî heya Şengalê ji Efrînê heya Mexmûrê bi dehan caran bi topbarana dagirkeran jin û zarok di nava malên xwe de hatin qetilkirin.
 
Bi salan e em li her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin ku şer bê sekinandin û di nav hemû partiyên Kurdan de yekitiyek bê avakirin. Divê bi awayekî lezgînî ev dagirker ji her çar parçeyên Kurdistanê derkevin. Ji bo vê divê di serî de em jinên Kurd dengê xwe bilind bikin û hemû saziyên cîhanê yên li dijî şer agahdar bikin. Em Platforma Yekitiya Jinên Kurd vê êrişa li ser sivîlan şermezar dikin. 
 
Li dijî kuştina sivîlan, talankirina Kurdistanê em bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî vî şerê qirêj bertekê nîşan bidin, têkoşîna yekitiya jinên Kurd û ya gelê Kurd xurttir bikin."