TAJÊ: Pêwist e çalakiyên li dijî êrişan berfireh bibin

  • 09:57 22 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişa dewleta tirk ali ser Gundê Perexê yê Zaxoyê TAJÊ da zanîn ku pêwist e  çalakiyên li dijî êrişan berfireh bibin û got derxistina leşkerên tirk a ji nav xaka Iraqê, tenê bi raperîna gel mîsoger e.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Perexê ya Zaxoyê ku ji aliyê dewleta tirk ve pêkhat û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û herî kêm 23 kes birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.
 
TAJÊ’ê di daxuyaniya xwe de banga berfirehkirina çalakiyên li dijî hebûna artêşa tirk a li Iraqê kir û da diyakirin ku PDK dixwaze van êrîşan rewa bike.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di destpêka daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em êrîşa dewleta tirk a dûrî exlaqê mirovahiyê şermezar dikin. Wek tê zanîn ev ne êrîşa destpêkê ye ku dewlet tirk a dagirker li ser axa Iraqê pêk tîne. Bi salan e ev komkujî li ser gelên Iraqê dewam dikin. Her ku diçe êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Iraqê zêde dibin. Sedema berfirehbûna van êrîşan jî ji ber bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Taybet PDK’ê heya dawî destê xwe xistiye nava îxanetê û dixwaze ku êrîşên li ser gelê sivîl û axa Iraqê rewa bike, bi vî awayî hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re dide îspatkirin.”
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de TAJÊ’ê banga xurtkirina çalakiyên li dijî hebûna leşkerên tirk a li ser axa Iraqê kir û ragihand: “Iraq heya niha weke pêwîst rê li ber êrîşan negirtiye û ji bo vê jî tu gav jî neavêtiye. Hemû bertekên wan di asta daxuyaniyan de ne. Derxistina leşkerên tirk a ji nav xaka Iraqê, tenê bi raperîna gel mîsoger e. Çalakiyên li dijî van êrîşan pêwîst e berfirehtir bibin û gelê Iraqê bi yek dengî bibe xwedî helwest.”