'Jin bi xwerêxistin û perwerdekirinê dikarin dawî li şîdetê bînin'

  • 09:02 22 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê ku derbarê tundiya li ser jinan tê meşandin de nirxandin kirin gotin, "Li dijî şîdeta ku li ser jinan tê meşandin divê em xwe birêxistin û perwerde bikin."
 
Şideta li ser jinan her roja ku diçe zêde tir dibe. Her roj jin tên kuştin, tecawizkirin,  qetilkirin û tên asta xwekuştin û intiharê. Ji dawiya civaka xwezayî bigre bi teybet ji avabuna şaristaniyê bigre heta di gihe roja îro di hemu çerxên dirokê de şîdet li jinê hatiye kirin û îro jî ev şîdet berdewam dike. Lê di tu çerxên dirokê de wekî îro bi zanebun ne buye û ewqasî hovane nehatiye meşandin.  Her çiqas ev şidet hebu ji li dijî şidetê jinan bi berxwedan û têkuşinê xwe  di parastin û îro ji xwe di parêzin. Lê mixabin di roja îro de zihniyeta mêrê serdest a ku civakê bi salane talan dike xwe ber daye şaneya herî biçuk ya civakê û her ku diçe civakê diçewisîne û tune dike. Li dijî wê ji jin bi têkuşina xwe ji bo civaka ku bi hezaran salan pêşengtî jêre kirine bi parêzin di nava berxwedan û têkuşinê de ne. Ji ber wê ye zihniyeta zilamê serdet ku dixwaze civakê li gorî xwe rêve bibe di serî de êrîşî jinan dike û dixaze wan  tunê bike. 
 
Li ser tundi tujiya ku bi hezaran salane li ser beden, fikir û hebuna jinan tê meşandin jinên Wargeha Şehid Rustem Cudî(Memxur) ji ajansa me re axivîn.
 
Endama koordinasuna Meclisa Îştar Xurbet Îşlek di derbarê şîdeta li serjinê tê meşandin de axivî. Xurbetê destpêkê şîdeta li ser bedena jinan tê meşandin şermezar kir û wiha berdewam kir: “Şîdeta li ser jinan tê meşandin gelek şêweyên wê hene ne tenê bi awayê fizikî tê meşandin. Ziman dirêjiya ku li ser jinan tê meşandin, fetisandina wan ya  di nava civakê de cureyên şîdta li ser jina ye. Ji ber jin civakê di afrinin, civakê pêş dixin, ewqas dest dirêjî û şîdet li ser jinan tê meşandin. Ev şîdet ji bi hişmendiya mêrê serdestê tê meşandin.  Ji ber ku qanunek ya ku bikaribe vê hişmendiya mêrê serdet bi darêzine nine, di aliyê huquqî de ji ber wê ewqas bi rehetî di her qadê jiyanê de şideta fizikî li jinan,bedena jinan, fikrên jinan tê kirin.”
 
'Qanûneke ku jin xwe pê biparêzin tune ye'
 
Xurbetê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta ku li başûrê Kurdistanê li jinan tê kirin jî û ev tişt got, : “Ji xwe di tevahî cihanê de şidetek pirali li ser jinan tê meşandin, Lê dema em temaşeyî başurê Kurdistanê dikin, li gori rêjeya ku mihane tê destnişankirin tê xwiyakirin ku li Başur tu sazi an deztgehek qanunek nine ku bikare li hemberî van kuştinên û xwe kuştinên jinan bibe asteng. Ji ber ku qanunek a jin bikare li başur xwe pê biparêze nine. Ji ber ku jin bêhêvî ne ewqas rêjeya xwekujin û intiharên wan zêde dibe.”
 
'Divê jin xwe perwerde û birêxistin bikin'
 
Xurbet îşlek di dawiya axiftina xwe de bal kişand ser rêbaza xweparastina jinê ya di nava civakê de jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin li hemberî van bêmafiyan, van êrişên ku tên kirin dengê xwe bi çalakiyên ku dikin derdixin. Jin  bi van çalakiyan hewl didin xwe biparêzin. Lê li beramberî vê hewldana jinan jî aliyê malbetê ve û ji aliyê derdorê ve her ku diçe şîdeta li ser wan zêde dibe. Ji ber vê divê jin li dijî êrîşên xwe perwerde bikin û birêxistin bikin ku karibin xwe biparêzin. Divê sazi û dezgehên jinan yên ku li diji şideta li jinan tê kirin hatine avakirin xwe bigihînin hemu jinam û hemu jina li dijî vê hişmendiya mêrê kone perwerde bikin ku jin bikaribin xwe biparêzin û civakek xwedî ehlaq û li gorî paradîgmaya jinê bê avakirin.”
 
'Li Rojhilata Navîn şîdeta li jinan tê kirin zêdetir e'
 
Mamosteya dibistana Navin Eyşê Şen jî li ser şideta li jinan tê kirin wiha got: “Dema mirov bi çavekî giştîli li cihanê temaşe bike û bixaze şîdeta li jinan tê kirin bigre dest divê mirov biçe destpêka mirovbuyinê. Ji ber ku hîn di dema civaka xwezayî de ji aliyê mêrê kone ve keda jinêya ku bi salan jinê bi dest hatiye dizîn. Lê ev şîdet di roja îro de hê zêdetir buyê.  Ji ber ku jin bi zîhniyata mêrê kone tê fetisandin. Hemu destkeftî û keda wê jê hatiye dizîn. Ev şidet li seran serî cihanê li ser jinan tê meşandin.  Lê ger  ku em Rojhilata Navin bigirin dest hê zêdetir ev şîdet xwe dide der.”
 
Divê jin dest ji têkoşînê bernedin
 
Mamoste Eyşê li rewşa jinan a li Wargeha Mexmûrê jî girt dest û wiha dirêjî da axaftina xwe,: “Dibe ku ji ber paradikmaya ku îro di wargehê de hatî runiştin mina cihên din şidetek berbicav a fizikî li ser jinan nebe.  Lê cardin jî ew zihniyeta mêrê kone kêm ji be heye ku weke fikir bixwaze jinê di nava malê de, di nava civakê de bi fetisine. Lê dema em li wargehê temaşe dikin sistema ku hati runiştandin ku civak pê tê rêvebirin di astek ber bi cav de diyar dibe ku têkuşina jinê ya ku bi salan e li diji zihniyeta mêrê serdet daye meşandin heta astekê gihaye serkeftinê. Cihgirtina jinan di rêveberiyê de bi sistema hevserokatiyê û herwekî din di her saziyeke wargehê de cihgirtina jinan rê li ber gelek pêkanînên li ser jinan digire. Lê em vê bes nabînin. Ji ber ku li kudera cihanê dibe bila bibe ger ku kêm jî be şîdet li jinê bê kirin divê jin dest ji têkoşînê bernede û bêhtir li ber xwe bide.”
 
'Divê jinên kurd bi jinên cîhanê re bibin yek'
 
Di dawiya axiftina xwe de Eyşê Şen bang li tevahî jinan kir ku tevlî têkuşina li diji zihniyeta mêrê serdest bibibin û wiha axiftinên xwe bi dawî kir: “ Bi saya Rêbertî îro têkuşina jinan giha astek wesa ku jin xwedî li mafê ku ji destê we hati bu girtin derdike. Jin di nava civakê de erk û roleke diyarker di leyize. Lê ev paridigmaya ku Rêbertî daniye holê ne tenê ji bo jinên kurd e.  Ji ber wê jî ji pêwiste em wek jinên kurd xwe bigihînin hemu jinên cihanê ku tevahî jin tevli têkuşina li diji zihniyeta mêrê serdest bibibin û ev têkuşin bê mezinkirin ku heta me jinan bigihîne serkeftinê.”