ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 22 Tîrmeh 2022
  • Rojev
 
*Girtiya nexweşa giran Ayfer Ayçîçek a ku 14 sale di girtîgehê de ye di peyama ku ji ajansa me re şand  de diyar kir ku gardiyanan lê ferz kirine ku dermanên xwe li pêş çavên wan vexwe û ji ber ku ev daxwaza wan neaniye cîh du meh cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û di bernameyeke televîzyonê de jî hedef hatiye nîşandan. DÎMEN HEYE
 
*Dema em têkiliya di navbera zayendîtiyê û pîrozbahiyê de lêkolîn dikin mijara ku mirov herî zêde li ser disekine polîtîkayên Îmam Gazalî yên li ser zayendîtiya jinê ye. Balkêş e nêzakîtiya li hember vî kesî di asta dîtineke pîroz de ye. Lê belê piştî mirina Pêxember Muhammed, Îmam bûye referansê qedexekirina fikir, lêpirsîna heta sedsala 10'an hatiye domandin. Bi vê re li erdnîgariya ereban derbasî serdemeke tarî hatiye kirin. JI QÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Jinên Mexmûrê ku derbarê tundiya li ser jinan tê meşandin de nirxandin kirin gotin, "Li dijî şîdeta ku li ser jinan tê meşandin divê em xwe birêxistin û perwerde bikin." DÎMEN HEYE
 
*Kumru Babat a ku li ser êş û zilma li kurdan tê kirin kilaman dibêje ev tişt got: “Ez li ser êşa dilê xwe dibêjim. Li ser êşa ciwanên kurdan dibêjim. Yên ku li ber xwe didin û têdikoşin  tînim bîra xwe li ser wan dibêjim.” DÎMEN HEYE
 
*Bi munasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jinên rojnameger bal kişandin ser rola jinê û rola ragihandinê ya di dema  şoreşê de û ev tişt anîn ziman: "Dilovan û Rûhenda kêlî bi kêlî Şoreşa Rojava şopandin. Em jî li ser rêka wan dimeşin. Di şoreşê de jinên rojnameger dengê jinên şoreşger gihandin cîhanê."  DÎMEN HEYE
 
* Serokwekîla Koma  HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku piştî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê du polîs hatin kuştin yekalî hat bidawîkirin de nirxandin kir, got, " Rejîmeke Toalîter hat avakirin û roj bi roj bandora xwe zêde kir. Vê rejîmê dît ku bi polîtîkaya aştiyê û çareseriyê nikare kurdan bike AKP'yî." DÎMEN HEYE