Nobeda Edaletê ya Îzmîrê dewam dike: Ji ber kurd in ceza li wan tê birîn
- 16:20 21 Tîrmeh 2022
- Rojane
ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 89’emîn de dewam kir. Malbatan gotin ji ber kurd in ceza li wan tê birîn.
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 89’emîn de li ber Dadgeha Îzmîrê berdewam kir. Malbatan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Hanim Sever a ku kurê wê Medet Sever li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye û nexweş e da zanîn ku girtiyan ji malbatên wan dibin girtîgehên dûr û malbat nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Hanim anî ziman ku girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan û lewma ew ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan edaletê dixwazin û naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Hanim da zanîn ku ji ber zarokên wan kurd in ev ceza li wan tên birîn û kurd ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê tên girtin.