Li Rihayê êrişa dewleta tirk hat şermezarkirin

  • 16:11 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA – Rêxistina HDP’ê ya Rihayê ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê pêk hatiye û bûye sedema mirina gelek kesan daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê ji aliyê ciwanan vê meş hat lidarxistin û komkujî hate şermezarkirin. 
 
Balafirên Tirkiyeyê duh Gundê Perexê yê Zaxoyê bombebaran kir. Di bombebaranê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîdar bûn. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê li dijî êrîşa pêk hatiye ji Qada Topçiya ber bi avahiya HDP'ê vê meşiyan û rêxistina HDP'ê daxuyanî da.  Hevserokên HDP’ê yê Rihayê, parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û KESK beşdarî daxuyaniya ku li ber deriyê avahiya HDP’ê ya bajêr pêk hat, bûn. 
 
Ciwan li dijî êrîşê meşiyan
 
Berîya daxuyaniyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji Qada Topya ber bi avahiya HDP'ê vê meşiyan. Ciwanan bi dirûşman re êrîş şermezar kirin. 
 
'Ji komkujiyê îqtidar berpirsyar e' 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Ahmet Atiş ve hate xwendin. Ahmet bûyer bi bîr xist û got: "Ev êrîşên dewleta tirk demeke dirêj e bi taybetî li ser wargehên ku sivîl lê dijîn pêk tên. Li gorî rapora CPT'yê ji salên 2015'an ve di şerên ji aliyê îqtidara AKP'ê ve pêk hatiye de bi taybetî ku li Mexmûr û Şengalê pêk hatiye de herî kêm 112 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di navbera van de bi hejmareke zêde de jin û zarok hene. Bombebarankirina cihên sivîlan sûcê mirovahiyê ye. Vê weke Komkujiya Roboskê ya 2'yem di dîrokê de cihê xwe girt. Ango ji van komkujiyan jî îqtidar berpirsyar e."
 
'Roboskiya duyem e' 
 
Ayşe Surucu jî got em her roj bi nûçeyek komkujî û qirkirinê şiyar dibin û wiha bertek nîşan da:" Herî dawî jî ev êrîşa li Zaxoyê rû da. Ew kesên jiyana xwe ji dest dane hatibûn seyranê. Zarok û jinên hatine geştê hatin qetilkirin. Niha dîmenê Roboskîyê hate ber çavan. Qirkirinek mîna wê pêk hat. Em van êrişên qirêj şermezar dikin. Ji bo ku rêveberiyek faşîst xwe li ser lingan bigire mafê wan nîne sivîlan qetil bikin"
 
'Em berpirsiyaran şermezar dikin' 
 
Omer Ocalan jî herî dawî wiha axivî: "Duh bi êrîşek qirêj 9 kes hatin qetilkirin. Ev şerê xwe yê qirêj belavî her cihî kirine. Li Kurdistanê kî werin qetilkirin bi navê 'terorê' bi nav dikin. Bi şer ew nikarin xwe bidin qebûlkirin. Ji 7 salî heta 70 salî di van şeran de jiyana xwe ji dest didin. Hewce ye ku ev şerê zirarê dide nîştecîhan were rawestandin. Rêveberîya Iraqê û bînerên bombebaranê diaxivin. Dibêjin ji aliyê Tirkiyeyê vê pêk hatiye. Hîna vê rastiyê înkar dikin. Çapemenîya alîgir çawa ku di komkujiya Roboskê de bêdeng bûn îro jî bêdeng in. Bi bêdengiya wê cîhan bêdeng nabe. Desthilatdarîya Tirkîyeyê serxweş bûye. Ên ku ev komkujî pêk anînê em şermezar dikin." 
 
Omer herî dawî sersaxî xwest û got nasnameya wan çi dibe bila bibe em ê bi yekîtiyê şer bidin rawestandin.