Kongreya Star êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir

  • 14:06 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star di daxuyaniya têkildarî êrişa dewleta tirk a li ser Zaxoyê wiha got:"Em wekî rêxistina Kongreya Star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê dikin ku bargehên dewleta tirk li welatê xwe nehêlin û xwedî helwest bin ji ber armanca dijmin eşkere ye û daxwaza wan dagirkerî û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaz e."
 
Kongreya Star derbarê êrişa dewleta tirk a li ser Zaxoyê de daxuyanî da û êriş bi tundî şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
 
"Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî dewleta tirk êrişên xwe li ser gelên herêmê bê navber dewam dike û di 10 saliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ji bo binpêkirin û têkbirina hemû deskeftiyan bi hemû awayan ked dide ku bingeha vê projeyê ji holê rake.
 
Êrişên dewleta tirk ên ku çêdibin bi bihanên cuda cuda ne ku rojane herêmên me di nava metirsiyan de dihêlin. Ev êriş ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne jî tê kirin bi wê re armanc dike herêmê vala bike."
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Duh di dîroka 20’ê Tîrmehê de jî dewleta tirk a dagirker bi topan êrişî cihekî geştiyariyê kir ku gelê Iraqê li wê derê çûbûn seyranê di encama wê de 9 kes hatin qetilkirin, 2 zarok û 3 jin û 4 mêr her wiha 25 birîndar hene û birînên wan giran in. Di heman demê de salvegera komkujiya Pirsûsê bû. Destpêkê em vê dibêjin; çima ezman û hewaya Iraqê ji dewleta tirk re vekirî ye? Ji ber ev êriş piştî ku duron derketine çêbûye. Her wiha xwebicihkirina dewleta tirk a di Iraqê de bi vî awayî gelo nayê wateya dagirkeriyê? Ji ber li ber çavan e û her kes mûdaxeleya dewleta tirk ji hemû erd û hewaya dewleta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê re dibîne û li dijî hemû zagon û qanûnan e. Ev yek gelek xeterî û metirsiyan ji bo demên pêş bi xwe re tîne."
 
Di daxuyaniyê de komkûjiya duh li dijî sivîlên Iraqê li gundê Perex ê girêdayî Zaxoyê çêbû wekî sûcekî mirovahî hate binavkirin û berpirsiyariya wê girtin ser rayedarên Iraqê û rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê, ji ber her li hember van êrişan bê deng man û li hemberî wê helwesteke tund li dijî dewleta tirk nîşan nedan.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em wekî rêxistina Kongreya Star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê dikin ku bargehên dewleta tirk li welatê xwe nehêlin û xwedî helwest bin ji ber armanca dijmin eşkere ye û daxwaza wan dagirkerî û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaz e.
 
Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û bi dilê xwe bi we re ne. Sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê re, şîfa ji bo birîndaran re. Her wê azadî ya gelan be.”