Li Şirnexê êrîşa li ser Zaxoyê hat şermezarkirin

  • 12:49 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê ya li dijî Zaxoyê da û destnîşan kir ku ev êrîş seranser li dijî gelê sîvîl pêk hatiye.
 
Tirkiyeyê duh Gundê Perexê yê Zaxoyê bombeberan kir. Di bombeberanê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê da. Daxuyanî li ber navçeya HDP’ê ya Silopiyê pêk hat. Rêxistinên navçeyên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlementerên HDP’ê yê Şirnexê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “ Em komkujiya li Zaxoyê ya Başûre Kurdîstanê şermrezar dikin” vekirin.
 
‘Êrîşek li dijî sîvîlan e’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê HDP’ê ya Şirnexê Abdullah Gungen ve hate xwendin. Abdullah, di destpêka axaftina xwe de êrîşa li dijî Zaxoyê şermezar kir û wiha axivî: “Ev êriş seranser li dijî gelê sivîl pêk hatiye, lewma jî banga me li partî, sazî û dezgehên kurdî ye ku bi yek dilî, yek dengî bi awayekî tund li dijî vê êrîşê bertekê nîşan bidin û bi awayekî lezgîn li dijî hebûna leşkerî ya dewleta tirk ya li Herêma Kurdistanê bertek nîşan bidin, helwesta xwe diyar bikin.”
 
Abdullah, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişana dengê xwe bilind bikin û nebin şirîkê van komkujiyan.”