Dê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn li Rojava bê lidarxistin

  • 12:24 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza Kongreya Star 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê amadekariya lidarxistina Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dikin.
 
Bi beşdariya 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn were lidarxistin. Forûm wê li Qamişloyê were lidarxistin û wê 2 rojan bidome.
 
Sazî û rêxistinên ku forûmê bi rêxistin dikin wiha ne; Kongreya Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Saziya Jinelojiyê, Yekîtiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jinê.
 
Li gorî komîteya amadekar wê forum li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bê lidarxistin û 2 rojan bidome.