'Jineolojî ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin'

  • 09:01 21 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Canê Ebdo diyar kir ku Jineolojî ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin û wiha got: "Ji bo bihêzkirin û mîsogerkirina şoreşa jinê, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Jineolojiyê jî. Ji ber ku her şoreş pişta xwe dide zanisteke civakî. Jineolojî jî xwe weke zanista şoreşa jinê pênase dike. Kar û barên ku Jineolojî dimeşîne ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin. Ji bo vê Jineolojî mijarên xwe yên lêkolînê li gor pewîstiyên şoreşa jinê diyar dike."
 
Di dîrokê de gelek şoreş pêk hatine. Şorêşen zanistî, felsefî, olî, çandî, çînî, yên gelên bindest û hwd. Di nav van şoreşan de gelek jinan jî cihê xwe girtine. Mînakek ji şoreşên ku jinan di nav de cih girtine û pêşengiya wê kirine jî Şoreşa Rojava ye. Di vê şoreşê de jinan rola xwe lîstin û mohra xwe li binê serkeftinên dîrokî xistin. Vê serkeftinê bandor li ser gelek pêşketinan kir. Yek ji van pêşketinana jî Jineolojî ye. Piştî Şoreşa Rojava jinan di qada zanista jinê Jinolojiyê de gavên girîng avêtin û heta ku Zanîngeha Jineolojiyê jî ava kirin. 
 
Têkildarî mijarê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Firatê Canê Ebdo nêrîna xwe anî ziman.
 
'Jineolojî ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin'
 
Canê di destpêka axaftina xwe de behsa şoreşa 19'ê Tîrmehê û bandora wê ya li ser jinê kir û wiha pê de çû:"Şoreşa jinê di heman demê de şoreşa civakê jî ava dike. Li Rojava jî şoreşa jinê di çanda civakê û di warê azadiyê de guhertinên bingehîn ava kirine. Ji ber vê yekê şoreşa jinê di heman demê de şoreşa civakê ye. Azadiya jinê di nav civakê de weke çand û exlaq bi cîh bûye. Ji bo bihêzkirin û mîsogerkirina şoreşa jinê, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Jineolojiyê jî. Ji ber ku her şoreş pişta xwe dide zanisteke civakî. Jineolojî jî xwe weke zanista şoreşa jinê pênase dike. Kar û barên ku Jineolojî dimeşîne ji bo şoreşa jinê bingeheke zanistî dide avakirin. Ji bo vê Jineolojî mijarên xwe yên lêkolînê li gor pewîstiyên şoreşa jinê diyar dike."
 
'Jin bi rola xwe rabûn û rêgezên şoreşê bi ser xistin'
 
Canê bi lêv kir ku jin bi rola xwe rabûn û rêgezên şoreşê bi ser xistin û wiha lê zêde kir:"Jineolojî bi lêkolînên civakî, pirsgirêk û pêşketinên civakî tehlîl dike û encamên vê bi civakê re parve dike. Di heman demê de bi sazî û kesên ku ji bo şoreşê kar dikin re proje û lekolînên hevpar çêdike. Saziyên jin û bi giştî kesên ku ji bo şoreşê kar dikin ji van lêkolînan sûdê werdigirin. Armanca lêkolînan çareserkirina pirsgirêkan, bihêzkirina civakê û derxistina heqîqetê ye. Her wiha danasîna şoreşan a ku jin bi taybet cihê xwe di nav de digire û bûye xwedî nasnemeya herî bilind e. Jinan di Şoreşa Rojava de rêgezên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jinan danîne, ji xwe re kirin bingeh. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo biserketina şoreşên gelan, lidarketina şoreşa jinan şert e. Li gel vê yekê gelo jin dikaribûn bigihîjin armancên xwe? Gelo dikaribû rola xwe di qadên cîhanî de xuya bike? Piştî 8 salan ji destpêkirina Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de, li gel bûyer û pêşketinên ku li herêmê rû dane, jin bi rola xwe rabûn û rêgezên şoreşê bi ser xistin. Bi taybet rêgezên girêdayî azadiya xwe."
 
'Jinan xwe di tevahiya waran de bi rêxistin kirin'
 
Canê di domandina axaftina xwe de diyar kir ku Şoreşa Rojava ji şoreşên berê cudatir e, ji ber ku jinan xwe di tevahiya waran de bi rêxistin kirin û got: "Di qada siyasî û dîplomasiyê de jin tevli panel û semînerên cîhanî yên girêdayî aloziya Sûriyeyê bûn û dosyayên Rojhilata Navîn nîqaş kirin. Li rex wê jî jinên şervan di Yekîneyên Parastina Jinê de berxwedanek û têkoşînek bêhempa di şerên Kobanê, Efînê de nîşan dan û li hemberî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de li berxwe dan û ji wê girîngtir, pêşengiya şerên tunekirina terora DAIŞ'ê  kirin û bi hezaran jinên Êzidî xilas kirin. Ji ber berxwedana jinan a li hemberî êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, êdî jin bûn hedefa dagirkeran. Dewleta tirk a dagirker di Cotmeha 2019'an de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, di 23'yê Hezîrana 2020'î de endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî kirin hedef. Li rex wê jî jinên herêmên dagirkirî ji sûcên dagirkeran nafilitin."
 
'Jinan taybetmendiya xwe di Şoreşa Rojava de nîşan dan'
 
Canê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinan taybetmendiya xwe di Şoreşa Rojava de nîşan dan. Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meclîs, saziyên sîvîl, leşkerî û desteyan bi rê ve dibin û cih di pergala hevserokatiyê de digirin. Li gel ewqas xebat û fedekarî, helbet dê kêmasî û astengî jî di warên xwebirêxistinkirinê û pêşxistina warên fikrî û zîhniyetê de derkevin holê. Jinan heta radeyekê lawaztiye xwe di qada siyasî de derbas kiriye. Jinan di salên dawî de rola xwe di partiyên siyasî de xuya kirin, pêşengiya danûstandin û nîqaşên siyasî di qadên navdewletî de kirin. Piştî berxwedana jinan a di şerê Kobanê de sala 2014'an, fedekariyên Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava û rola jinê bal kişand ser şoreşa jinan ali Rojava. Vejîna jinan a li herêmê Rojava ya di tevahiya waran de, derfet da jinên Şehba, Heleb, Minbic, Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên ku ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Bi saya rola jina kurd û têkoşîna wê ev jinên ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin dest bi rêxistinkirina xwe kirin û li tevahiya qadan rola xwe lîstin."