Nobeda Edaletê: Em ê li mafê xwe bigerin

  • 16:47 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz di Nobeda Edalê ya Îzmîrê de axivî, diyar kir ku îqtîdarê Tirkiye wêran kiriye û got, "Serê me jî here em ê mafê xwe bixwazin."
 
Nobed Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ji bo ku girtî bên berdan dabûn destpêkirin di roja 88'an de li ber Girtîgteha Buca ya Kiriklarê di roja 88'an de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên ku berdilkên bi nivîsa, "Ji girtiyên nexweş re azadî"  li xwe kirin dirûşmên "Heq hiqûq edalet" berz kirin. Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bayrakliya Îzmîrê jî piştgirî da çalakiyê. 
 
Binevş Silik ya HDP'yî diyar kir ku ew bi daxwaza edaletê hatine ber girtîgehê û got, "Ger ku edalet hebûya  em nedihatin vêderê."
 
'Ne zor e, em wekheviyê dixwazin'
 
Parlamentera HDP’ê Mûzeyyen Kortak, diyar kir ku piraniya girtiyên li girtîgehan kurd in û got, “Li girtîgehan her tim neheqî li girtiyan tê kirin. Em tiştekî dijwar naxwazin, em wekheviyê dixwazin. Bila Wezîrê Dadê çav û guhên xwe veke, bi hezaran girtî di zindanan de ne. Em naxwazin dayik bigirîn. Li ku derê girtiyên nexweş hebin divê bên dermankirin.”
 
Tirkiye wêran kirine
 
Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye Medîne Kaymaz, anî ziman ku ew 25 sal in Dayika Aştiyê ye, anî ziman ku ji bo wan Kurd, Tirk an Ereb ne girîng e û got. “Tirkiye zilmê li her kesî dike. Tirkiye wêran kirine. Êdî bes e ji vê zilmê re. Zarokên m, ceyran, av û telefonê di girtîgehê de bi pere distînin. Têlefonek şikestî dan, 4 deqîqeyan bi têlefonê diaxivin, têlefonê qut dikin."
 
Medîne da zanîn ku dewlet ji wan hêvî dike ku dev ji zarokên xwe berdin û wiha got: “Bila zanibin û fêm bikin ku em Dayikên Aştiyê edaletê dixwazin, em naxwazin zilm zêde bibe, em rehetiya zarokên xwe dixwazin. em wekheviyê dixwazin. Em mafê zarokên xwe, zimanê xwe dixwazin. Em kurd in. Êdî bes e ji vê zilmê re. Bizanin ku serê me jî biçe em ê li mafên xwe bigerin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Maf, hiqûq û edalet" û tilîliyan bi dawî bû.