Endamên PM'ê yên serdema nû yên HDP'ê: Wê ev sedsal bibe ya jinê

  • 09:04 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên PM'ê yên serdema nû yên HDP'ê Nilgun Salmaner û Hacer Elçin diyar kirin ku dê meclîsa jinê di serdema nû de bibe hêza çareseriyê, wê ev sedsal bibe ya jinê. Jinan gotin me ev hêz ji şoreşa jinê ya Rojava girtine. 
 
5'emîn Kongreya Awarte ya HDP'ê di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de 100 esil, 50 yedek, 30 kes jî bûn endamên Meclîsa Partiyê yên fahrî. Piştî kongreyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi endamên PM'ê yên nû di 16'ê Tîrmehê de li navenda xwe civîn li dar xist. 63 jinên endamên Meclîsa Jinê û parlamenter beşdarî civînê bûn. Di civînê de jinan behsa rêxistinbûyinê û têkoşîna dê jin di serdema nû de derxin pêş, hat kirin. 
 
Endamên PM'ê yên serdema nû yên HDP'ê Nilgun Salmaner û Hacer Elçin têkildarî xeta têkoşînê ya nû nirxandin kirin. 
 
'Ya derket holê jî biryara ji bo dewamiya têkoşînê bû'
 
Nilgunê bi lêv kir ku bi deh hezaran kes di kongreyê de hatin gel hevdu û bersiva herî baş dane û wiha got:"Vê salê kongre xweştir û bi hêztir derbas bû. Rengîn bû û dengên cuda tê de cih girtin. Operasyon her tim hebûn û HDP dîsa mezin bû. Ya herî xweş jî ew bû ku gel peyama 'Hûn çi dikin bikin hûn ê nikaribin têkevin pêşiya vê yekîtiyê' da. Ev peyameke gelekî girîng bû. Em bi perspektîfa em ê çawa vê têkoşînê mezin bikin meclîsa partiyê ava dikin. Yek ji xala girîng jî ew bû ku jin zêde beşdarî kongreyê bûn. Me bi awayekî stratejîk rojev nirxand. Ya derket holê jî biryara ji bo dewamiya têkoşînê bû."
 
'Ew ê meclîseke jinê ya li her qadê gotina xwe dibêje, hebe'
 
Nilgunê diyar kir ku jin ji bo jiyana nû ava bikin derketine rê û wiha lê zêde kir:"Jinên HDP'yî li paradîgmaya xwe xwedî derdikevin û rêxistinbûyina xwe didomînin. Her wiha ew ê di vê serdemê de jî xebatên me yên ji bo jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê bên gel hevdu hebin. Dema em dibêjin rêya sêyem em behsa hatina gel hevdu ya jinan û têkoşîna hevpar dikin. Ew ê meclîseke jinê ya li her qadê gotina xwe dibêje, hebe."
 
'Em ji pêvajoyeke girîng derbas dibin'
 
Hacer Elçin jî da zanîn ku ew ji bo azadiya jinê têdikoşin û wiha got:"Meclîsa jinê gelekî ciwan û rengîn e. Hebûna jinên ciwan a di kongreyê de me bextewar kir. Di civîna me ya meclîsa jinê de li ser em ê çi bikin nîqaş hatin kirin. Em ji pêvajoyeke girîng derbas dibin. Ji aliyekî êriş li dijî HDP'ê ji aliyekî jî li ser jinê heye. Em ê xeteke çawa ya têkoşînê ava bikin, em li ser vê yekê sekinîn. Yek ji peywira me ya esas jî ew e ku em meclîsa xwe bi hêz bikin."
 
'Em ji şoreşa jinê ya Rojava feyzê digirin'
 
Hacerê bi lêv kir ku HDP partiya jinê ye û wiha pê de çû:"Li dijî qirkirina jinê wê têkoşîna me bidome. Li ku derê jineke HDP'yî hebe em berpirsiyara ronîkirina wê jinê digirin ser xwe. Rejîma mêr a yekperest di destpêkê de jinê dike hedef. Tenê bi gotineke Erdogan Peymana Stenbolê hat feshkirin. Tevî hemû êrişên îktidarê em dizanin ku sedsala 21'emîn a jinê ye. Şoreşa jinê ya Rojava di sala 10'an de ye. Ji ber em ji vê yekê feyzê digirin em dev ji têkoşînê bernadin. Hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê em ê gotina xwe ya hevpar a li dijî rejîma yekmêrî têbikoşin. Em ê destkeftiyên xwe paşde nedin û em ê destkeftiyên nû lê zêde bikin."