'Wê dîrok têkoşîna Emîne Şenyaşar û malbata wê binivîse'

  • 09:03 20 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Endama Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya li hember Miriyan parêzer Gulan Çagin Kaleli wiha got:"Wê dîrok têkoşîna Emîne Şenyaşar û malbata wê binivîse."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. 
 
Têkildarî mijarê Endama Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya li hem ber Miriyan parêzer Gulan Çagin Kaleli, nirxandin kir. 
 
'Malbat dîsa pêdiviyê dibîne ku tiştên jiyaye vebêje'
 
Gulanê bi lêv kir ku mafê girtina şînê hem derbarê kesê jiyana xwe ji dest dide hem jî xizmên wan e û wiha got:"Bi taybet li Kurdistanê mijara şînê kodeke girîng a çandî ye. Wekî mînak em bêjin. Malê şînê tên avakirin, şîn heta sê rojan dewam dike, gelek kes tên serdana malbatê. Ev wiha dibe hevpar. Lê em di mînaka Malbata Şenyaşar de vêya dibînin. Ev pratîkeke dixin pêşiya çanda xwe ye. Yanî malbat vê yekê dibêje:'Mafê min ê girtina şînê hîn li paşiyê dimîne. Lêgerîna min a edaletê li pêş e. Lêgerîna edaletê ya malbatê didome. Di dema lêgerîna edaletê ya malbatê de her tim dozgerên li dosyaya wan dinihêrt, diguhertin. Loma malbat mecbûr dimîne ku her roj tiştên bi serê wan de hatiye rave bikin. Dema mirov mecbûr bimîne ku her tim vegere tiştên ku jiyaye wê demê mafê girtina şîna wan jî tê astengkirin. Ev yek jî dişibe travmayeke ku xwe tim nû dike."
 
'Nobeda Edaletê peyamek e'
 
Gulanê bi lêv kir ku Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar dane destpêkirin peyameke ji civak û darazê ye û wiha lê zêde kir:"Dewlet li cihê azadî û heq tune dihesibîne hiqûqê wekî aparetekê bi kar tîne. Em li gor çarçoveya norma hiqûqî ya hişk de şînê pênase nakin. Ne tenê ji bo mafê girtina şînê hema em dikarin bêjin astengiya li pêşiya hemû mafan behreyê vê zihniyetê ye. Lê belê girtina şînê normeke ehlaqî ye. Hemû civak li ser vê rêgezê li hev dike. Emîne Şenyaşar bû sembola edaletê."
 
'Têkoşîna Emîne Şenyaşar wekî dersekê ye'
 
Gulanê da zanîn ku têkoşîna Emîne Şenyaşar wekî dersekê ye û wiha got:"Emîne Şenyaşar yek ji kevirê sîstema hiqûqa tirk ê mirov lê hildikume ye. Wê dîrok têkoşîna Emîne Şenyaşar û malbata wê binivîse. Malbata Şenyaşar peyamekê dide dozger û dadgeran. Em dikarin bêjin li gel wan peyamekê dide me parêzeran jî. Têkoşîna Emîne Şenyaşar wekî dersekê ye."