ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 20 Tîrmeh 2022
  • Rojev
 
*Behiye Sevîm a diya 2 têkoşerên azadiyê û 2 girtiyên siyasî ye li ser jiyana xwe diaxive û dibêje: "Em beriya hertiştî kurd ji dayik bûn. Me ev rastî nîşanî zarokên xwe da. Lewra dewleta tirk bi zilm û zextên dikin re rûyê xwe yê rast nîşanî zarokên me da. Zarokên me li dijî wê bi serhildanê bersiv dan û ji bo nasnameya xwe bedel dan. Ew bêdeng nebûn. Bêdengiya li pêşberî zilmê mirin bi xwe ye."
DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Jinê ya Kantona Şehbayê Sîham Elo behsa guhertinên ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di jiyana wan de hatin çêkirin, kir û wiha anî ziman: "Banga min ji hemû jinên cîhanê bi taybet ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyan heye ku divê bibin yek dest, yek rih û tevlî vê şoreşê bibin. Her wiha xwe nas bikin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Însiyatîfa Edalet û Rêzdariya li hem ber Miriyan parêzer Gulan Çagin Kaleli wiha got:"Wê dîrok têkoşîna Emîne Şenyaşar û malbata wê binivîse." DÎMEN HEYE
 
*Endamên PM'ê yên serdema nû yên HDP'ê Nilgun Salmaner û Hacer Elçin diyar kirin ku dê meclîsa jinê di serdema nû de bibe hêza çareseriyê, wê ev sedsal bibe ya jinê. Jinan gotin me ev hêz ji şoreşa jinê ya Rojava girtine. DÎMEN HEYE
 
*Piştî şoreşa Kobanê, çeteyên DAÎŞ’ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqînên mezin kirin û di encamê de gelek kes qetil kirin. Di salvegera qirkirina li Pirsûsê de yek ji bînerên qetlîaman Fatma Çevîk têkildarê êrişên DAÎŞ’ê diyar kir ku sûcdar dewleta tirk bi xwe ye û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê çawa karbiûn ewqas hêsan derbasî van qadan bibin? Çawa hîna edaletê cihê xwe nedîtiye? Ev pirs ji xwe rastiya tê xwestin were nixumandin nîşanî me dide.” DÎMEN HEYE