Di 87'emîn çalakiya Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz

  • 15:40 19 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya 87'emîn a li Îzmîrê de xizmên girtiyan bal kişandin ser Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkrin di roja 87’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Karşiyaka û Foça desatek dan malbatan. 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’a Foçayê Mukaddes Işik di çalakiyê de axivî û got: “Bi mehane ev lêgerîna edaletê didome. Em bi mafdariya malbatên xwe bawerin. Em ê heta dawiyê li dijî zilmê li ber xwe bidin.” 
  
Hevserokê Rêxistina HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz jî xwest ku rayedar ji bo girtiyan çareseriyek peyda bikin û heke çareserî neyê peydekirin dê krîza edaletê kûrtir û mezintir bibe. 
  
Hanim Sever a di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digire jî anî ziman ku ew nikarin pêwendiyê li cem zarokên xwe deynin û bang li Wezîrê Dadê kir ku dawî li îşkence û zextan bîne û ew dixwazin demildest edalet bicih were. 
  
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bal kişand ser doza keça xwe ku duh li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin û got: “Kujer Onur Gencer di dozê de jî gefan dixwe. Bersiva tu pirsan neda. Nexwest bersiv bide û hêza li pişt xwe bide dest. Ji kesek hesab bide bêtir wek hesab bixwaze tevdigeriya. Heke dewletê destê xwe li pişta wî neda, ew ê jî wisa tevnegeriya. Me li dijî kujeran serî netewand, em ê netewînin jî. Ez ji bo girtiyan û keça xwe edaletê dixwazim.”