ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 10 Hezîran 2022
  • Rojev
 
*Jinên Şirnexî bertek nîşanê birîna daran a li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê dan û destnîşan kirin ku divê kurd rê nede talankirina xwezayê. BI DÎMEN 
 
*Piştî komkujiyê ji 450 hezarî zêdetir kesî ji Şengalê koç kir. 33 hezar kes hatin Tirkiyeyê. Şaredariyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Wêranşar, Cizîr, Sîlopî, Şirnexê û gel ji Êzidiyan re hembêza xwe vekirin. Wê demê  me maseyeke krîzê ya ji KCD, HDP, DBP û rêveberiyên herêmî pêk dihat ava kir. Me konbajar ava kirin. Bi piştgirî û piştevaniya gel me amadekarî kirin. Dema me li Şirnexê amadekarî dikirin gotin wê  di rojekê de hezar û 500 kes bên. Me ji bo ewqas kes amdekarî kir lê wê rojê 4 hezar kes hatin. Amadekariyek me ya wisa tunebû. 
NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Hevseroka Şaxa Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku yek ji qadên ku herî zêde di bin bandora polîtîkayên şerê taybet de dimîne qadên perwerdeyê ne û wiha got: “Rewşa li dibistanan nîşaneya civakê ye. Ji bo pêşeroja ciwanên xwe divê her kes bi hev re têbikoşe.” BI DÎMEN 
 
*Cigrîra Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk ji bo Meşa Gemlîkê ya ku wê di 12’ê Hezîranê de pêk bê banga xwedîderketinê kir û wiha vegot: “Divê hemû Tirkiye xwedî li vê meşê derkeve, vebêje û der barê şikandina tecrîda li ser Ocalan xebatan bimeşîne.”
BI DÎMEN 
 
*Penaber A. da zanîn ku hem li Tirkiye hem jî li Sûriyeyê ne di ewlehiyê de ne û got Tirkiye dixwaze penaberên Sûriyeyê li avahiyên ku li Efrînê hatine çêkirin bi cih bikin. A. da zanîn ku wê li wir jî penaber bin. BI DÎMEN 
 
*Jinên ku di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de xebatê dikin, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ev 23 sal in didome axivîn. Jinan gotin:"Destkeftiyên xwe biparêzin û xwedî li berxwedana Rêber Apo derbikevin." BI DÎMEN 
 
*Li dijî binçavkirina 20 rojnamevanan û serdegirtina avahiya Jînnewsê bertek zêde dibin. Ji siyasetmedaran heya komeleyên jinan û Hempîşeyên rojnamevanan ji bo azadiya çapemeniyê bang dikin. Jinan wiha gotin: "Hûn nikarin dengê jinê qut bikin."  BI DÎMEN