Parlamenterên PE'yê ji bo Aysel Tugluk banga Azadiyê kirin

  • 16:25 9 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterên PE'yê ji bo azadiya siyasetmedara kurd bang kirin û bal kişandin ser raporên ATK'ê ên bi alîgirî hatine amadekirin. 
 
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, ji bo Aysel tugluk a teşhîsa nexweşiya demansê lê hat danîn, banga azadiyê kirin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê parlamenteran ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku Aysel Tugluk di rewşa ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne de ye û wiha hat gotin: “Her roja ku di girtîgehê de dimîne dibe sedem ku nexweşiya wê pêş bikeve û ji mafê xwe ya bingehîn a dermankirinên minasib bêpar dimîne.”
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ji bo kampanyaya ku bi daxwaza berdan û dermankirina Aysel Tugluk a di şert û mercên guncaw de ji 54 welatan 6 hezar jin dimeşînin, piştgirî tê dayîn, hat xwestin Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.