'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê: Em zilma ku tê kirin qebûl nakin

  • 15:37 9 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên Girtiyan li Îzmîrê di roja 72'yemîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan azadiya girtiyên nexweş xwestin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê 72 roj in didome. Malbatên girtiyan bi daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş û li dijî binpêkirina mafên girtiyan çalakiya xwe didomînin. Çalakiya malbatan li ber Edliya Îzmîrê pêk hat û malbatan berdilkên "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Ji bo piştevaniyê jî rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Narlidere û Balçovayê tevlî "Nobeta Edaletê" bûn. 
 
Di çalakiyê de hevserokê HDP'ê ya Narlidereyê Bayram Sefîroglu axivî û bal kişand ser tecrîdê û got: "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye. Girtiyên nexweş tên mexdûrkirin. Di şert û mercên wisa de divê em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşîn. Em berxwedana we silav dikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin."
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya HDP'ê ya navçeya Balçovayê Yusuf Durmuş jî da zanîn ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan û wiha axivî: "Tecrîda li hemberî girtiyan û kuştina girtiyên nexweş li dijî mirovatiyêye û divê bê bi dawî kirin."
 
Çalakvana "Nobeta Edaletê" Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ji bo azadiya zarokên xwe û ji bo pêkanîna edaletê di nav çalakiyan de nin. Em ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin. Em ê encamek bigirin. Ji ber ku zarokên me kurd in, bi zilmê re rûbirî dimînin. Em nikarin hevdîtin bi zarokên xwe re pêk bînin û em agahî ji wan nagirin. Em rewşa wan gelek meraq dikin. Xwarin nadin zarokên me û pereyên ku em dişînin nadin zarokên me. Dema em bi telefonê bi wan re diaxifin nîvco tê hiştin û telefon tê qutkirin. Em nikarin şev rakevin. Em zilma ku tê kirin qebûl nakin. Êdî sebra me nemaye û divê demildest edalet pêk bê"