Rojnameger di hucreyên yek kesî de tên girtin

  • 14:09 9 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Hate hînbûn ku biryara sînordarkirinê ya li ser dosyaya 21 kesên ku 20 jê rojnamegeran in berdewam dike û rojnameger di hucreyên yek kesî de tên girtin. 
 
21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Rojnamegerên ku hêj nediyar e bi çi tên sûcdarkirin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. 
 
Navên rojnamegerên hatine binçavkirin wiha ne: “Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut,  edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin." 
 
Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Gebzeyê hatibû binçavkirin.