Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê dewam dike
- 13:59 9 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê greva birçîbûnê didome û girtiyan bi rêya malbatên xwe ev peyam dan: "Divê daxwazên me bên qebûlkirin."
Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Afyonê li dijî îşkenceyê ji 25'ê gulanê ve greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dewam dike.
Li gorî nûçeya ANF'ê, 8 girtiyên ku ketin greva birçîbûnê, di 26'ê gulanê de avêtibûn ser hucreya wan û bi îşkenceyê li hucreya yek kesî hatin bicihkirin. 8 girtî li hucreya yek kesî çalakiya xwe dewam dikin. 2 girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn. Girtî bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku heta daxwazên wan bêne qebûlkirin wê çalakiya xwe dewam bikin.
Malbatan daxwazên girtiyan wiha rêz kirin:
"* Dawî li serjimartina li ser piyan bê anîn.
* Dawî li cezayên hucreyê yên kêfî bê anîn.
* Dawî li girtîhiştina kêfî ya girtiyên ku cezayê wan qediya ye, bê anîn.
* Girtiyên nexweş bi rêk û pêk li revîr û nexweşxaneyan bêne dermankirin."
Girtiyan diyar kirin ku ew li benda piştgiriya siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, çapemenî û raya giştî ne.