Sendîkaya 175 salî ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kir

  • 13:51 9 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî-BFAWÛ, di konferansa xwe ya bi tevlÎbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
 
Kampanyaya "Azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan" a 16 sendîkayên nûneriya bi milyonan karkerên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, her ku diçe berfereh dibe. Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî BFAWÛ ya ji sala 1847'an heta bi niha di nav tevgera sendîkayî de çalak e, bi konferansa xwe ya bi tevlîbûna 200 delegeyan li dar xist de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
 
Seroka Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley a xîtabê bi sedan delegeyên tevlî konferansa li bajarê Hastîngs ê Îngilistanê bûn kir, diyar kir ku ew bi kirina piştgiriya bi aktîvî ya Kampanyaya "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" şanaz in û got ku: "Rêberê Gelê Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê ya bi fikirên xwe li Rojhilatê Navîn bi pêş de biriye hêj jî hêvî ye ji bo mirovahiyê."