Ji rojnamegerên di binçavan de peyam

  • 09:57 9 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Rojnameger Gulşen Koçuk û Safiye Alagaş ên ku duh hatin binçavkirin, diyar kirin ku di pevajoyên bi vî rengî de piştevanî girîng e û gotin ku ew ê di hemû şert û mercan de binivîsin û biaxivin.
 
Du li Amedê di serê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku hatibû destpêkirin de bi ser buroya Ajansa me û gelek malên rojnamegerên kurd de hat girtin. Di serdegirtinan de, mudura nûçeyan a ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk jî di nav de herî kêm 21 kes hatin binçavkirin.
 
Safiye û Gulşeên ên  ku li Muduriyeta Emniyetê tê girtin, bi rêya parêzerên xwe ji bo rojnamegerên ku piştevanî dan peyamek parve kirin û gotin, "Di van şert û mercan de piştevanî girîng e û ew ê di hemû şert û mercan de binivîsin û biaxivin."