Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
- 15:19 8 Hezîran 2022
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan gilî kir.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan gilî kir. Meclîsa Jinan a HDP’ê, endamên Platforma Jinan a Enqereyê û parlamenterên HDP’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û bi hincetên “heqaret” “Bi aşkerayî sûc dide kirin” , “Gel li dijî hev sor dike” û “Peywîra xwe bi nebaşî bikaraniye” bi daxwaznameyên sûc gilî kir.
Jinan di daxwaznameya xwe de diyar kir ku Erdogan di axaftina xwe de ‘rêgeza wekheviyê’ û “qedexeya cihekariyê” binpêkiriye.
Îzmîr
Jinên ji navçeya Karabûrûn a Îzmîrê jî çûn Edliyeya Karabûrûnê, bi heman sûcdariyan giliyê Erdogan kirin.