Ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê hat kirin

  • 15:03 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê di 12’yê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşek tê lidarxistin. Derbarê meşê de li Mêrdîn û Mêrsînê daxuyanî hat dayîn û banga tevlîbûnê li gel hat kirin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di 12’yê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşekî li dar bixin. Derbarê meşerê li Mêrdînê û Mêrsînê daxuyanî hatin dayîn û banga tevlîbûnê li gel hat kirin. 
 
Mêrdîn 
 
Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mêrdînê, TJA, Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER têkildarî meşê li avahiya HDP’a Mêdînê civîna çapemeniyê li dar xistin û banga tevlibûna meşê kirin. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday diyar kir ku 23 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û ji salekê bêtir e xeber jê nayê girtin. Salîh da zanîn ku divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û ev meşa ku tê amadekirin girîng e û wiha got: “Em gazî hemû kesî dikin ku tev li vê meşê bibin. Ev meş meşek bi rûmet e. Em bi bawerin dê ev meş tecrîd, îşkence û neheqiya li girtîgehan û li Îmraliyê ji holê rake.” 
 
Eylem Amak jî li ser navê TJA’yê axivî û destnîşan kir ku e ji bo azadiyê bimeşin Gemlikê û ew her kesî vedixwînin meşê. Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî diyar kir ku divê meş bê mezinkirin û got: “Ji bo azadiya Ocalan meş girîng e. Werin em di vê meşê de bibin yek û bi hev re bin.” 
 
Mêrsîn 
 
Rêxistina HDP’a Mêrsînê, Meclisa HDK’a Mêrsînê, Nûnertiya DBP’a Mêrsînê, TJA û Çukurova Tuay-DER têkidlarî meşê li avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz axivî û destnîşan kir ku ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin û divê tavilê tecrîd bi dawî bibe. Hoşyar Saryildiz banga tevlibûna Meşa Gemlikê kir û xwest her kes mil bide milê hev û cihê xwe di meşê de cih bigirin.