Malbat di 'Noebeda Edaletê' de li ber ATK'ê hatin gel hev

  • 14:09 8 Hezîran 2022
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitan ku li Wanê "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin li ber Saziya Tipa Edlî hatin gel hev. 
 
Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ku "Nobeda Edaletê" digirin îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) çalakiy xwe berdewam kirin. Nobeda ku polîsan bi hinceta qedexeya waltiyê destûr nedayê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  ên Wanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê a Wanê  û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  piştgirî danê.
 
Bêtehamûliya polîsan li hemberî Zimanê Kurdî 
 
Polîsên ku saziy ATK'ê bi wesayitên zirxî dorpêç kirin, beriya ku çalakger xwe bigihîn saziyê rê li wan girtin. Dayika Girtiyê bi navê Botan Tîmur ku 7 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne Aslihan Tîmur, di axaftina ku kir de got, "Ez ji bo kurê xwe û ji bo edaletê li vir im." Polîsan bertek nîşanî Aslihanê dan û gotin hûn tenê dikarin bi Tirkî biaxivin. Ger ku hûn bi kurdî biaxivin em li we guhdar nakin."  Li ser vê bêtehamûliya polîsan kesên di çalakiyê de cih girtin bertek nîşan dan.
 
Herwiha rojnamegerên ku xwestin van axaftinan qeyd bikin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û nûçegîhana JINNEWSÊ Zelal Tunç jî nasnameya wê ji aliyê polîsan ve hat kontrolkirin û ji cihê çalakiyê hat dûrxistin.
 
Xizmên girtiyan ku betek nîşanî helwesta polîsan dan, bêyî daxuyaniyê bidin ji ber ATK'ê vegeriyan.