SKB-Ewropa êrişên li hemberî herêmê şermezar kir

  • 13:56 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - SKB-Ewropa, li dijî êrişên li hemberî herêmê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em rê nadin mêtingeriyê."
 
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Ewropayê (SKB) têkildarî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; 
 
"Mêtingeriya Tirk bi hevkariya rêveberiya Kurdistan a Iraqê, li herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê şer dike. Mêtingeriya Tirk bi lihevkirina bi emperyalîzma DYE û rêxistina wê ya şer NATO'yê, êriş dike. Li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya hêzên PDK'ê yên hevkar, li dijî kadroyên tevgera azadiyê ya Kurd kîmyasalê bi kar tîne û plan dike ku qetil bike. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwazin dawî li xweseriya li Rojava bînin. Li Şengalê dixwaze herêma xweseriya demokratîk tune bike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî destgîrkirin, girtin, komkujî naqede. Her wiha hewl dide ku jin ên ciwan dejenere bike.
 
Em rê nadin ku mêtingeriya Tirk, DYE û NATO li Kurdistanê bi ser bikeve. Em rêveberiyên xweser, şoreşa jinê ya li Rojava biparêzin. Li hemberî şerê li Başûrê Kurdistanê, li hemberî qetilkirina gerîlayan bêdeng nemînin. Em ji tundiya li hemberî jinê re dibêjin 'na'."