Yekitiya Ragihandina Azad binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

  • 13:35 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binçavkirina rojnamegerên li Amedê şermezar kir û diyar kir divê demildest ev rojnameger werin berdan 
 
Serê sibê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hat binçavkirin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirina rojnamegeran didome. Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirinan da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Îro li Tirkiyeyê careke din mafê rojnamegeran hate binpêkirin û gelek rojnameger hatine binçavkirin. Em YRA ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van kirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûnên navdewletî şermezar dikin. Em piştgiriyê didin rojnamegerên ku hatine binçavkirin. Divê hemû rojnameger di zûtirîn demê de werin berdan û divê Tirkiye dev ji zext û êrişên li ser saziyên rojnamegerî û medyayê berde."