'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 457 roj in didome

  • 13:24 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 457 roj in didome. Îro welatî hatin serdana malbatê û bal kişandin ser têkoşîna malbatê. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatê di roja 457’an de berdewam kir. Malbat, di danê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û nobeta xwe li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” berdewam kir. Di dema nobetê de welatî hatin serdana malbatê. 
 
Yek ji welatiyên hatiye serdana malbatê jî Alaettîn Erden bû ku li Koln a Almanyayê dijî. Alaettîn, diyar kir ku edalet bingeha xwe ji exlaqê digire û wiha got: “Heta ku exlaq nebe, edalet jî nabe. Bingeha exlaq jî wijdan e. Heke pirseke weke gelo li Tirkiyeyê edalet heye yan na hebe, li tiştên serê malbata Şenyaşar hatine binêrin. Ji bo neheqiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin, edalet pêwîst e. Lewma ez bi malbata Şenyaşar re me. Min dengê malbatê li Almanyayê bihîst. Ez şêwirmendê psîkolojîk im.  Ji bo piştgiriyê hatim vê derê û bûm mêvanê wan.” 
 
Ferît Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya Alaettîn Erden kir û têkildarî têkoşîna edaletê ya 4 salan agahî dan. 
 
Alaettin Erden jî heta demekî bi malbatê re ma û piştre jî ji ber deriyê Edliyeya Rihayê çû.