Girteka binçavkirinê nedan parêzerên rojnamegeran

  • 13:08 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Hat diyarkirin ku heta niha 19 kes hatine binçavkirin. Her wiha girteka binçavkirinê nedan parêzeran.
 
Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hate binçavkirin.  
 
Dozgeriyê, girteka binçavkirinê nedan parêzerên rojnamegeran. Lê belê saziyên alîgir ên AKP û PDK’ê êrişa li dijî rojnamegeran weke “Operasyona li dijî Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” pêşkeş kir. Di nûçeyan da rojnameger hedef hatin girtin û hat gotin ku 19 kes hatine binçavkirin.