'Nobeta Edaletê' li Amedê 205 roj in didome

  • 12:57 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 205 roj in didome. Malbatên girtiyan îro li pêş ATK’ê kom bûn û gotin: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzîkî girtiyên me nebin. Girtiyên nexweş berdin.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amedê dane destpêkirin di roja 205’an de li pêş avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kir.  Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), endam û rêveberên rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê piştgirî dan malbatan.
  
Yek ji malbata girtiyan Herdem Merwanî diyar kir ku 205 roj in ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan bang dikin lê daxwazên wan bi cih nayên û wiha got: “Daxwazên me diyar in. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan.”
  
Herdem, bi lêv kir ku girtiyên nexweş tevî raporên wan ên nexweşxaneyan yên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî ji ber ATK’ê dibe asteng nayên berdan û wiha berdewam kir: “Rewşa girtiyên nexweş ne baş e. Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyên me nebin. Em 125 roj in bang dikin. Heta ku daxwazên me bi cih neyên em li qadan bin. Em dixwazin bi taybetî partiyên siyasî ji dengê me re bibin deng.”