Enternesyonelê Pêşverû: Li dijî êrişên li hemberî kurdan em ê bikevin tevgerê

  • 10:45 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hemberî herêman, Enternesyonalên Pêşverû daxuyaniyek dan û gotin: "Ya ku rê li ber êrişên nû ya Erdogan vedike û berfirehkirina NATO’yê ye. Ji ber ku Swêd û Finlandiyayê serlêdana tifaqê kirin, Tirkiye bi berdela endamtiya NATO’yê daxwaz kir ku embargoya çekan bên rakirin û kurdan radestî Tirkiyeyê bikin."
 
Progressive International (Enternesyonelên Pêşverû) rêxistinekî navneteweyî ku rewşenbîrên çepgir ên pêşverû û rêxistinan tine gel hev. Saziyê nerazîbûn nîşanî êrişa topyekûn a dewleta Tirk li ser Kurdistanê da. Destnîşan kir ku desthiladariya AKP-MHP’ê li hundir zextan li mûxalitefê bi taybetî li HDP’ê dike û ji derve jî li dijî kurdan operasyona leşkerî didomîne.
 
Enternesyonalên Pêşverû di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin: 
 
“Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan di hemû eniyan  de şerê li dijî Kurdan girantir dike; Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ditepisîne, dest bi êrîşekê leşkerî ya nû li Iraqê dike, gefa dagirkirineke nû li Sûriyeyê dixwe û li hemberî Ewropayê ya ku piştgiriyê dide kurdan jî, zextan dike.
 
Bi hilbijartinên serokomariyê yê di sala 2023’yan li Tirkiye pêk were Erdogan li ber windakirina desthilatdariyê ye. Tevgera leşkerî ya nû hewldaneke tinazker e  ku dixwaze balê ji rêvebirina xirap a aboriya Tirk rake.
 
Êrişên Erdogan a li dijî kurdan bi berfirehkirina NATO’yê re hemwext e. Ya ku rê li ber êrişên nû ya Erdogan vedike û berfirehkirina NATO’yê heman tişt in. Ji ber ku Swêd û Finlandiyayê serlêdan tifaqê kirin, Tirkiye bi berdela endamtiya NATO’yê daxwaz kir ku embargoya çekan bên rakirin û kurdan radestî Tirkiyeyê bikin. Pê re endamên NATO’yê a li Emerîkaya Bakur û Ewropa li hember tundiya Erdogan ku her ku diçe zêdetir dibe, bêdengî hilbijartin.
 
Desthilatdariya Erdogan ji 18’ê nîsanê û vir ve êrîşên xwe girantir kiriye û hate destnîşankirin ku ji bo di salvegara 10’emîn Şoreşa Rojava de şoreşê bifetisîne û qirkirina nîjadî pêk bîne êrişê Başûr û Rojava dike. Hêviya ku şoreş afirandiye di bin gefan de ye. Erdogan di 24’ê gulanê de niyeta xwe ya dagirkirina 30 km “herêma ewle” ya ji bi zorê bicîhkirina penaberan anî ziman. Bi vê ve dixwaze qirkirina etnîk ya li ser nifûsa herêmê ya nêzî 2,5 mîlyon û Kurd, Ereb, Ezîdî, Suryanî pêk bîne. 
 
Êrişên dagirker in û ew li gel kurdan cîh digrin û hate gotin ku weke nîşaneya vê piştgiriyê şandeyeke aştiyê şandin Hewlêrê."