Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin

  • 10:40 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di serê sibêhê de li Şirnexê û gundên wê bi ser gelek malan ve hate girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
 
Serê sibêhê li navenda Şirnexê û li gundên wê polis û jendirmeyan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Li navenda Şirnexê, gundê Avgamasya, gundê Sirêrehlê û konutên Afet de bi dehan kes hatin binçav kirin. Bi ser malên ku hatine girtin de bi saetan lêkolîn hate kirin û li gundan rewşa awarte berdewam dike. Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne;  Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Yildiz, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halîd Gungen, Hacî Ustun.
 
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine tûmena Şirnexê. Her wiha hate ragihandin ku hejmara kesên binçavkirî wê zêdetir bibe.