Banga jinan a ji bo meşa Gemlikê: Em aştî, aramiyê ava bikin

  • 09:06 8 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Jinan ji bo meşa ‘Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ bang li gelê Wanê kirin ku tevli meşê bibin û wiha gotin: “Em li dijî zextan, binpêkirinan û tecrîdê aştî û aramiyê ava bikin.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û ev saleke jî tu agahî jê nayê girtin. Ne malbat û ne jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin. Ji her çar aliyê cîhanê kurd û dostên kurdan di vê çarçoveyê de çalakiyên cur bi cur pêk tînin.
 
Li Wanê amadekariyan dest pê kir 
 
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan (MED-TUHAD-FED), Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tecrîdê di 12’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘li dijî tecrîdê ji bo azadî bê parastin em dimeşin Gemlîkê’ meşek tê plankirin. Li Wanê jî ji bo meşê xebat hatin destpêkirin.
 
‘Divê her kesê xwedî wijdan li dijî tecrîdê bisekine’
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun da zanîn ku di serî de pirgirêka kurd, ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan divê deriyên Îmraliyê vebibin û wiha got: “Divê demildest tecrîd rabe. Li girtîgehan binpêkirinên mafan tên jiyîn. Bi giranbûna tecrîdê re binpêkirin zêde bûn. Binpêkirinên ku bi mirinên girtiyan encam dibin tên jiyîn. Divê hemû kesên xwedî wijdan vê polîtîkayê qebûl neke. Em çareseriyê dixwazin û aramiyê dixwazin.”
 
‘Em hemû kesî vedixwînin’
 
Handanê di dawiyê de wiha anî ziman: “AKP-MHP bi kaosê dixwaze muxalîfan di bin kontrolê de bigire. Hema hema her roj operasyonên siyasî dimeşînin, partiya me hedef digirin û hevalên me digirin. Em ê li dijî van pêkanînan bi awayekî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo vê em hemû kesî dawetî meşa Gemlîkê dikin.”
 
‘Em ji bo şikandina tecrîdê diçin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî ev bang kir: “Ji bo avakirina aştiya civakî em dimeşin. Ji bo şikandina tecrîdê em diçin. Em bang li hemû kesî dikin ku werin em qasidên aştiyê bi hev re oxir bikin.”
 
‘Sedema zextan tecrîd e’
 
Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha anî ziman: “Xizmên girtiyan di nobetê de ne. Li Wanê nobeta edeletê li ber ATK, edliye û girtîgeha Wanê didome.  Lê polîs bi ser çalakiyê de digirin. Sedema van êrîşan tecrîd e. Em bang li hemû civakê dikin ku tevli çalakiya dayikên me bibin. Em ê di 12’ê Hezîranê de di meşa Gemlîkê de cihê xwe bigirin. Em hemû gelê xwe dipên.”